Şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Enes û Ebdela

Şêniyên bajarokên Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa sersaxî ji malbatên şehîdên sivîl Enes Mihemed û Ebdela El Ehmed re xwest. Şêniyan destnîşan kir ku ew ê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker tê bikoşin.

Şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Enes û Ebdela
Şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Enes û Ebdela
Şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Enes û Ebdela
Şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Enes û Ebdela
Şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Enes û Ebdela
Şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Enes û Ebdela
6 kanûn, 2024   15:35
QAMIŞLO

Ji bo sersaxiyê bidin malbatên şehîdên sivîl Enes Mihemed û Ebdela El Ehmed ên ku di 4’ê Kanûnê de di encama bombebarana balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li bajarê Dêrikê şehîd bûbûn, bi sedan şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê berê xwe da navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dêrikê.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê Cemîl Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest. Ehmed her wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker her tim hewl dide hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike, ji ber vê yekê me berê xwe da berxwedanê, ji bo jiyana birûmet, aştî û azadiyê."

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Perwîn Yûsif jî axivî û got: “Şehîdbûna her du sivîlên Kurd û Ereb Enes û Ebdela isbat kir ku planên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo têkbirina ewlehî û aramiyê û têkbirina hevgirtinê, têk çûn.”

Di dawiyê de belgenameyên şehîd Enes Mihemed û şehîd Ebdela El Ehmed hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(k)