Di Mijdarê de li Bakur û Tirkiyeyê 31 jin hatin qetilkirin

Di meha Mijdarê de herî kêm 31 jin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kuştin û 25 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Di Mijdarê de li Bakur û Tirkiyeyê 31 jin hatin qetilkirin
6 kanûn, 2024   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê ya ji hêla JINNEWS’ê ve hatiye amadekirin, di meha Mijdarê de 31 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 25 jinan û 5 zarokan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî çeteleyê; 12 jin ji hêla hevjînên xwe ve, yek ji hêla kesê berdayî, 6 jê di dema hevberdanê de, 2 jê ji hêla kesên jevcudabûyî, 2 jê ji hêla kes an jî kesên nas ve, 4 jê ji hêla kurên xwe ve, 2 jê ji hêla kesên bi hev re bûn, yek jê ji hêla nasê xwe ve û yek jî ji hêla birayê xwe ve hate qetilkirin.

Bajarên jin lê hatin qetilkirin ev in: Li Konyayê 1, li Hatayê 1, li Edeneyê 1, li Amedê 1, li Kocaeliyê 1, li Îzmîrê 2, li Tekîrdagê 1, li Dîlokê 2, li Kirklareliyê 1, li Bursayê 2, li Enqereyê 3, li Mersînê 2, li Antalyayê 2, li Stenbolê 7, li Sakaryayê 1, li Aksarayê 1, li Îdirê 1, li Nîgdeyê 1.