Federasyona Gaziyan: Divê em hemû derfetên xwe ji bo koçberan seferber bikin

Federasyona Gaziyan ji bo koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê banga “Bi hemû derfetên xwe divê em xwedî li koçberan derkevin" kir.

Federasyona Gaziyan: Divê em hemû derfetên xwe ji bo koçberan seferber bikin
6 kanûn, 2024   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyên a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û koçberkirina bi darê zorê ya xelkê ji kantona Efrîn-Şehbayê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û desthilatdariya wê ya faşîst a heya îro bi şer, hovîtî û komkujiyan li ser pêyan maye, careke din berê çeteyên xwe da gelên Sûriyeyê. Ji ber êrişên ji 27’ê Mijdarê ve bi deh hezaran welatiyên me ji deverên weke Şehba, Til Rifet û Helebê ji bo komkujiyan werin parastin ji hêla şervanên QSD, YPG û YPJ’ê neqlî herêmên Rêveberiya Xweser hatin kirin.

Bê guman kesên kêmekî jî ji fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo fêm kiribe û xwe li gor wê gûrçûpêç kiriye dizane ku Rêbertiya me û şervanên Rêbertiyê beriya her tiştî hewl didin gelan ji qirkirin û komkujiyan biparêzin. Tevgera li ser vî esasî ava bûye jî beriya her tiştî parastina canê mirovan esas digire. Bi sedan şervanên azadiyê ji bo gelên me ji qirkirin û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin bi hemû derfetên xwe ketin nav hewldanan, şehîd û birîndar dan.

Wekî Rêbertiya me jî timî diyar dike wê berxwedan û têkoşîn ji sedî sed me bigihîne serketinê. Bi vê hêvî û baweriyê em gelên xwe silav dikin. Weke gaziyên şer em diyar dikin ku li hember hemû êriş û dagirkeriyan em ê di refên herî pêş de gelên xwe biparêzin û têkoşîna wan bi serketina herî pîroz tacîdar bikin.

Li ser vî esasî û li gor vê rastiyê di serî de gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em bang li tevahî gelên azadîxwaz dikin ku ji bo xelkên me yên ji ber êrişan neçar mane cih û warên xwe terk bikin, ya ji destê wan tê teqsîr nekin. Bi hemû derfetên xwe xwedî li wan derkevin û alîkariya wan bikin.”

(bb)

ANHA