Şêniyan girîngiya Operasyona Ewlehiya Domdar vegot

Şêniyên Şedad, Hol û Til Birakê girîngiya Operasyona Ewlehiya Domdar vegot û diyar kir ku ew amada ne destekê bidin hêzên operasyonê.

Şêniyan girîngiya Operasyona Ewlehiya Domdar vegot
9 mijdar, 2024   05:10
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 6ˈê Mijdarê Operasyona Ewlehiya Domdar li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˈê li kampa Holê û derdora wê dabû destpêkirin.

Pêkhateyên kantona Cizîrê girîngiya operasyona ku hîna dewam dike, vegot û spasiya hêzên operasyonê kir.

Emîra El Seed a ji bajarê Şedadê anî ziman ku Operasyona Ewlehiya Domdar ji bo mîsogerkirina ewlehî û aramiya herêmê girîng e û got, ew amade ye destekê bide operasyonê

Taha El Îbrahîm jî piştgiriya xwe bi operasyonê re anî ziman û ji bo têkbirina gefên li ser herêmê û mîsogerkirina siberoja gel jî bal kişand ser girîngiya tevkariya di navbera ferdên civakê de.

Şêxa El Ehmed a ji Holê destnîşan kir ku Operasyona Ewlehiya Domdar dikare ewlehiya xelkê bajar û gundên Holê ji xetereya şaneyên çeteyên DAIŞˈê mîsoger bike.

Şêxa El Ehmed bi bîr xist ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞˈê zêde dibin û got, divê herêm ji şaneyên DAIŞˈê were paqijkirin.

Şêxa destnîşan kir ku şêniyên bajarê Holê amade ne tevahî cûreyên destekê pêşkêşî hêzên operasyonê bikin.

Tariq El Ebdullah ê ji bajarê Til Birakê diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê piştgiriya hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar dikin û wiha domand "Şaneyên çeteyên DAIŞˈê piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê tevgerên xwe zêdetir kirine. Êrişên dewleta Tirk ji çeteyan re bû derfetek ku bi hêsanî tevgerin û ewlehî û aramiya herêmê xirab bikin."

Tariq El Ebdullah bi van gotinan piştgiriya xwe bi operasyonê re nîşan da "Em destekê didin operasyonên bi armanca mîsogerkirina ewlehiya herêmê. Mala hêzên ku beşdarî operasyonê bûne, ava. Careke din em soz didin ku em ê heya serketinê rêya şehîdan bişopînin."

(bb)

ANHA