‘Rêya Sûriyeya Demokratîk dê xwe bigihîne dewletên di dosyaya Sûriyeyê de aktîf in’

Elî Rehmûn got Sekreteryaya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk bi armanca pêkanîna lihevkirinan, dê hewl bide xwe bigihîne dewletên ku di dosyaya Sûriyeyê de aktîf in û hêz û kesayetên sûriyeyî yên demokrat.

‘Rêya Sûriyeya Demokratîk dê xwe bigihîne dewletên di dosyaya Sûriyeyê de aktîf in’
9 mijdar, 2024   06:40
QAMIŞLO

‘Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk’ 25-26ˈê Cotmehê bi beşdariya nûnerên partî û tevgerên siyasî, rêxistinên jinan ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên serbixwe û endam û nûnerên tevgerên li Sûriyeye û derveyî welat, li paytexa Belçîkayê Brukselê hatibû lidarxistin. 

Di kongreyê de Sekreteryaya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk hat avakirin û di encamnameyê de jî teqezî li ser van xalan hate kirin; yekitiya Sûriyeyê bi ax û gelê xwe; ji ber ku parastina yekitiya welat bingeha her çareseriyeke siyasî ye. Ji bo vê yekê jî divê zemîna diyalogan were danîn, firehkirina temsîla sûriyeyiyan, xurtkirina giraniya wan di çarçoveya qanûnî de ya ji bo pêkanîna çareseriya siyasî di navbera hemû aliyan de, teqeziya li ser nasnameya nîştimanî ya sûriyeyî ku di ser nasnameyên şaxî re ye. Divê mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê werin mîsogerkirin û rê li ber vegera despotîzmê were girtin. Ji bo avakirina komara Sûriyeyê û misogerkirina mafên kesan û koman pêwîstî bi regezên destûrî heye ku ew destûr li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan hatibe sazkirin. Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin.

Endamê Sekreteryaya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk Elî Rehmûn têkildarî encamên kongreyê û plansaziya wan, ji ANHAˈyê re axivî.

Elî Rehmûn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mercên navneteweyî û girîngiya lidarxistina kongreyê ji bo gelê Sûriyeyê û got: "Kongreyê di demekê de hat lidarxistin ku cîhan di rewşeke gelekî girêk û xeternak de ye. Rejîma Sûriyeyê bi dehên salan parçebûneke li ser esasê neteweyî, mezhebî û olî di navbera Sûriyeyan de pêş xistibû û hêza wan parçe kiribû. Îro li Ukrayna, Xeza û Lubnanê şerekî cîhanê yê topyekûn heye, dibe şer Sûriyeyê jî bigire nava xwe. Li gel van mercan jî Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk hat lidarxistin. Armanc jê ew bû ku yekitiya hêzên demokratîk û kesayetên sûriyeyî ava bike ku di dosyaya Sûriyeyê û dîtina çareseriya siyasî de çalak û xwedî giraniyek be."

Rehmûn kongre wek gava ewilî ya vekirina rê li pêşiya aliyên din ku beşdarî çareseriyê bibin, bi nav kir.

Rehmûn têkildarî refleksên hêzên navneteweyî û herêmî yên der barê kongreyê de got: "Bi taybetî ji aliyê hêzên navneteweyî yên têkildarî dosyaya Sûriyeyê û dewletên Ereban ên ku girîngiyê didin çareseriya siyasî ji bo Sûriyeyê ve elaqe û bendewarî ji encamên kongreyê hebûn. Em bi hêvî ne ku ev dewlet û alî di vê mijarê de destekê bidin me."

Elî Rehmûn diyar kir ku mîsyona Sekretaryaya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk ew e ku plansazî û biryarên kongreyê bi cih bîne û bi armanca ku lihevkirinek û nêrînên hevbeş çêbin xwe bighîne dewletên di dosyaya Sûriyeyê de aktîv in û hêzên û kesayetên sûriyeyî yên demokratîk.

Elî Rehmûn di dawiya axaftina xwe de got: "Daxwaza me me ji her kesî heye ku piştgiriyê bide me û bi me re alîkar be da ku çareseriyeke mayîne ji aloziyê re pêk bînin û hemwelatîbûnê li Sûriyeya bi awayekî pirreng a nenavendî mîsoger bikin."

(bb)

ANHA