Koçberên ji Serêkaniyê: Em dixwazin ji kampan derkevin

Koçberên li Kampa Waşûkanî dimînin xwest ji kampan derkevin û ewle vegerin gund û bajarê xwe.

18 tîrmeh, 2026   05:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên li Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê li bendê ne ku vegerin warê xwe Serêkaniyê. Dibêjin hewa gelekî germ e, rêxistinên mafên mirovan nema bi wan re dibin alîkar, av û elektrîk nîn in.

Hisên El Mihemed ji gundê Mirîkîs ê Serêkaniyê ev bi salan e tevî malbata xwe li Kampa Waşûkanî dimîne. El Mihemed li ser rewşa kampê got: “Rewşa me gelekî xirab e, av û elektirîk kêm e, jixwe rêxistinên mafên mirovan nema bi me re dibin alîkar. Hewa gelekî germ e, em ditirsin zarok, pîr û kal germê tehemul nekin û nexweş bikevin. Mirovên temenmezin ji ber germa zêde li kampê mirin. Ji ber rewşa hewa em li kampê nexweş dikevin. Jixwe zarok nikarin di şert û mercên kampê de baş bijîn. Zarokên li kampê ji dayik bûn niha temenê wan bû 7. Jin jî di havînê de rojane ji sibehê heyanî êvarî bi avê re mijûl dibin. Em naxwazin jiyana me li kampan derbas bibe.”

HEWA GELEKÎ GERM E

Cewhera El Şetî ya ji gundê El Tewîla yê Serêkaniyê got malbatên ku ev bi salan e li kampan dimînin gelekî zehmetiyan dibînin û wiha lê zêde kir: “Di meha havînê de li bin konan jiyan kirin zehmet e. Hewa gelekî germ e, bi roj em nikarin di bin konan de bimînin. Ev bi sala ye em li kampê ne û li benda vegerê ne. Em dixwazin vegerin gundê xwe û dawî li koçberiyê were.”

‘EM NEMA LI KAMPAN DIMÎNIN’

Xidir Mûsa El Ziyab ji gundê El Menax yê Til Temirê ye. El Ziyab got piştî rêxistinên mafên mirovan nema bi wan re dibin alîkar, ew zêdetir zehmetiyê dibînin û wiha pê de çû: “Em nikarin debara jiyana xwe bikin. Li kampê hewa gelekî germ e. Bila pirsgirêka me çareser bikin û me vegerînin herêma me. Ez ji gundê El Menax yê Til Temirê me, hêzên Tirkiyeyê di gundê me de ne. Me xwest em biçin gundê xwe, hêzên Tirkiyeyê destûr nedan ku em derbasî gundê xwe bibin. Gundê me hatiye wêrankirin. Em dixwazin komîteyek were avakirin, rewşa koçber û gundên wan bişopînin, ziyanên hatine dîtin binirxînin û bi koçberan re bibin alîkar.”

(np)

ANHA