Şemxanî: Kapasîteyên me yên mûşekî ne mijara danûstandinê ne

Serokê Komîteya Bilind a Parastinê ya Îranê diyar kir ku kapasîteyên ên Îranê yên mûşekî xeta sor e û nayên nîqaşkirin.

Şemxanî: Kapasîteyên me yên mûşekî ne mijara danûstandinê ne
11 sibat, 2026   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîteya Bilind a Parastinê ya Îranê, Elî Şemxanî got, kapasîteyên Îranê yên mûşekî yên Îranê xeta sor in, ne mijara danûstandinê ne. 

Dîplomatên Amerîkayî û Îranî hefteya borî li Omanê danûstandinên nerasterast kirin, lê li aliyekî din jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêzên deryayî yên xurt kirin, Tehranê jî ew yek wekî gef hesiband.

Medyaya Îranê ku agahiyên xwe dipsêre serokê Komîteya Bilind a Parastinê ya Konseya Ewlekariya Neteweyî Elî Şemxanî diyar kir ku "Kapasîteyên mûşekî yên Komara Îslamî ne mijara guftûgoyê ne."

Di heman demê de, Sekreterê Konseya Ewlekariya Neteweyî Elî Larîcanî, piştî serdana xwe ya berê bo Omanê, ku navbeynkariya gera dawî ya danûstandinan dike, îro ber çû Qeterê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Qeterê, beriya hatinê, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Emîrê Qeterê re pêwendiyeke telefonî danî, di wê peywendiyê de rewşa heyî ya li herêmê û hewldanên navneteweyî ji bo kêmkirina aloziyê, pêşxistina ewlehî û aştiyê nîqaş kirin.

(ac/fr)

ANHA