Sempozyûma şêwekariyê ya "Firat û Reng 2" di roja 7'an de didome

30 hunermendên Sûriyeyî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di xemilandina tabloyên xwe de di roja 7'emîn a sempozyûma şêwekariyê ya ′Firat û Reng 2′ de dewam dikin.

 Sempozyûma şêwekariyê ya "Firat û Reng 2" di roja 7'an de didome
 Sempozyûma şêwekariyê ya "Firat û Reng 2" di roja 7'an de didome
 Sempozyûma şêwekariyê ya "Firat û Reng 2" di roja 7'an de didome
 Sempozyûma şêwekariyê ya "Firat û Reng 2" di roja 7'an de didome
 Sempozyûma şêwekariyê ya "Firat û Reng 2" di roja 7'an de didome
 Sempozyûma şêwekariyê ya "Firat û Reng 2" di roja 7'an de didome
 Sempozyûma şêwekariyê ya "Firat û Reng 2" di roja 7'an de didome
 Sempozyûma şêwekariyê ya "Firat û Reng 2" di roja 7'an de didome
19 kanûn, 2023   19:05
REQA

Sempozyûma hunera şêwekariyê ya ′Firat û Reng 2′ a ku ji aliyê Komîteya Çandê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Reqayê ve hatiye organîzekirin, di roja xwe ya 7'an de didome.

Hunermend xemilandin û xêzkirina tabloyên xwe yên li ser rastiya herêmê û kultûr û folklora wê didomînin. Hinan ji wan xêzkirina tabloyên xwe bi dawî kir û hinek din jî berhemên xwe yên şêwekariyê didomînin, hemwextî wê hunermend û komên hunerî yên cûrbecûr stran û muzîka folklorî û gelêrî pêşkêş dikin.

Her 30 hunermend di berhemên xwe de balê dikişînin ser jiyana jinan, kultûra Reqayê û taxên gelêrî yên Reqa û kantonên din ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwezaya wan.

Tabloyên ku hunermendên beşdar amade kirine dê di roja dawîn a sempozyûmê de, roja înê 22'yê kanûnê, bên pêşandan.

(mh)

ANHA