Li Qamişloyê nexweşxaneya onkolojî û penceşêrê hate vekirin

Heyva Sor a Kurd li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişloyê yekemîn nexweşxaneya bêpere ya nexweşên onkolojî û penceşêrê vekir.

Li Qamişloyê nexweşxaneya onkolojî û penceşêrê hate vekirin
Li Qamişloyê nexweşxaneya onkolojî û penceşêrê hate vekirin
Li Qamişloyê nexweşxaneya onkolojî û penceşêrê hate vekirin
Li Qamişloyê nexweşxaneya onkolojî û penceşêrê hate vekirin
Li Qamişloyê nexweşxaneya onkolojî û penceşêrê hate vekirin
Li Qamişloyê nexweşxaneya onkolojî û penceşêrê hate vekirin
Li Qamişloyê nexweşxaneya onkolojî û penceşêrê hate vekirin
Li Qamişloyê nexweşxaneya onkolojî û penceşêrê hate vekirin
19 kanûn, 2023   19:02
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li taxa Enteriyê ya Qamişloyê li kêleka avahiya Rêveberiya Giştî ya Heyva Sor a Kurd yekemîn nexweşxaneya onkolojî û penceşêrê vekir.

Ji bo vekirina nexweşxaneyê şahiyek bi beşdariya endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûenrên saziyên sivîl hate lidarxistin. Der barê mijarê de hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa axivî û wiha got: "Heyva Sor bi dirêjahiya salan li ser amadekirina nexweşxaneyê xebitî. Li gorî derfetên heyî beşa onkolojî ku dê pere bikeve xizmetî nexweşên penceşêr hate amdekirin. Dê xebat li ser vekirina 2 beşên din ên nexweşên telasîmiya (nexweşiyên xwînê) û şewatê bê kirin."

Ji hêla dayika şehîd (Egîd, Hogir û Dijwar)  Şewafe Mihemed ve deriyê nexweşxaneyê hate vekirin û beşdaran li nava beşên wê geriyan.

Li gorî Heyva Sor a Kurd, di beşê de alavên herî pêşketî li cîhanê hene; navenda oksojînê, navenda paqijkirina avê, alavên tibî yên guncaw hene.

Vekirina vê beşê, gaveke ji bo pêşketina rewaşa tenduristî ya herêmê ye, ji ber ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendên mîna van tune ne û piranî nexweş berê xwe didin Şam, Heleb û Başûrê Kurdistanê û lêçûnên wan zêde ne.

(fr)

ANHA