Mîhrîcana Rojava bi mijarên fikrî û civakî didome

Roja 5′an a Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê bi semînerên fikrî û civakî, imzekirina pirtûk û pêşandana filmekê bi dawî bû.

Mîhrîcana Rojava bi mijarên fikrî û civakî didome
Mîhrîcana Rojava bi mijarên fikrî û civakî didome
Mîhrîcana Rojava bi mijarên fikrî û civakî didome
Mîhrîcana Rojava bi mijarên fikrî û civakî didome
Mîhrîcana Rojava bi mijarên fikrî û civakî didome
19 kanûn, 2023   19:21
QAMIŞLO

Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê di roja xwe ya 5′an de li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK`ê) li bajarê Qamişlo dewam kir.

Mîhrîcan ji 15`ê Kanûnê ve di bin dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” bi rêzeçalakiyên cuda ji hêla HRRK`ê ve tê birêxistinkirin û dê heta 28`ê Kanûnê  dewam bike.

Bi beşdarbûna endamên saziyên çandî û wêjeyî, rojnamevanan semînerên bi sernavê `Hişmendiya siyasî û teoriyên siyasî` û `bandorên erênî û neyinî yên medya dijîtal` ve hatin dayîn.

Semînera `Hişmendiya siyasî û teoriyên siyasî` ji milê mamosteyê Zanîngeha Rojava Mihemed Mistefa ve hat dayîn, Mistefa diyar kir ku demeke berê di cîhanê de guhertin çêbû, pê re guhertin di dan û stendinê jî derket, siyaset ew e derxistina cudahiyê di navbera dijmin û hevalan xwe de ye, di sedsala 6`an B.Z fîlozof derketin, wê demê jî şer li cîhanê hebû. Ji her dewletekê baweriyeke siyasî heye, teoriyên siyasî yên radestkirina gelan ji dijminan re baştir dibîne, heye, di hin teoriyan de jî qebûlkirina desthildariya qiralan baş dibînin jî heye. Pê re siyaseta ferdiyetê û qebûlkirina şexsê xwe tenê jî derket.

Semînera `bandorên erênî û neyinî yên medya dijîtal` ji aliyê rojnamevan û nivîskar Dijwar Ehmed Axa ve hat dayîn. Ehmed Axa da zanîn ku guhertineke mezin di ragihandinê de çêbû, êdî her kes zû digihêje nûçeyan û nerînên xwe jî ser dide. Di 2004`an de ji bo dan û stendinê bernameya Facebookê derket, niha 3 melyar insan bi kar tîne, bernameya X`ê jî di rojê de 500 melyon tiwît li ser tê belavkirin û wiha got: “Girîngiya wê niha pir heye, li cem me li Kurdistanê medya dijîtal hîn cihê xwe negirtiye, hin kesên li cem me yên bi nav û deng bi kar nayînin. Medya dijîtal bi zanebûn çêbûye armanca wê ku civak hemû bi siyasetekê tev bigerin û civakê ji hev dûr bixe.”

Dijwar Ehmed Axa bal kişand ser erênî û neyinên bikaranîna medya dijîtal û diyar kir ku neyiniyên wê gelekî hene, mirovan ji nava civakê derdixe, serdanên malbatan ji hev re nahêle. Hestên dîtina hev ne mîna axaftina ser medya dijîtal e, hest bi rêya telefonê û rastî nabe wek hev, hezkirin bêhtir e û got: “Her kes cîhaneke cuda ji xwe re ava dike, nexweşiyên derûnî û tenduristî derdixe. Bi rêya wê şerê taybet pêk tê, hin bername bê çavdêriye, dijî pîvanên exlaqî yên civaka me ne. Erêniyên wê ew roleke sereke di derxistina heqîqetên ku niha dijî gelan tê kirin mînak li herêmên dagirkirî dilîze, gel bi rêya wê bangên xwe digihînin raya giştî. Di aliyê perwerdeyê de gelek ders tên dayîn.”

Piştre pirtûka nivîskar Rêber Hebûn a  der barê rexnegeriya romanên nivîskar Helîm Yûsif hat imzekirin. Di beşê sînemayê de filimê `Wilatî Jinanî Jêr Zewî` bi derhêneriya Rêkewt Hamî Tewfîq derketiye hat pêşandan.

Dê sibe semînerên têkildarî rewşa şûnwaran û mijarên analîzî, şevbuhêrka helbestên bi zimanê Kurd û beşê sînemeyê li mîhrîcanê bên nîqaşkirin û pêşkêşkirin.

(sb)

ANHA