Di topbarana hikumeta Şamê li ser Idlibê de 14 kes birîndar bûn

Hikumeta şamê bi moşekan taxên li bajarê Idlibê topbaran kirin. Di encamê de 14 kes birîndar bûn.

Di topbarana hikumeta Şamê li ser Idlibê de 14 kes birîndar bûn
17 kanûn, 2023   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êriş taxên Şêx Tilt, Sîna, Wadî Nesîm û herêma nêzî sûkê bajarê Idlibê kir. Di encamê de 14 kes birîndar bûn. 

SOHR`ê destnîşan kir encama êrişê ne dawî ye, dibe birîndar zêde bibin.

 (şx)