Sempozyuma Firat û Reng di roja 6`an de didome

30 hunermendên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya 2`yemîn Sempozyuma Hunera Şêwekariyê de temamkirina tabloyên xwe didomînin.

Sempozyuma Firat û Reng di roja 6`an de didome
Sempozyuma Firat û Reng di roja 6`an de didome
Sempozyuma Firat û Reng di roja 6`an de didome
Sempozyuma Firat û Reng di roja 6`an de didome
Sempozyuma Firat û Reng di roja 6`an de didome
Sempozyuma Firat û Reng di roja 6`an de didome
Sempozyuma Firat û Reng di roja 6`an de didome
Sempozyuma Firat û Reng di roja 6`an de didome
18 kanûn, 2023   16:25
REQA

2`yemîn Sempozyuma Hunera Şêwekariyê ya bi dirûşma "Firat û Reng" li Reqayê ji aliyê Komîteya Çandê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê ve li dar ketiye, di rojan 6`an de didome. 

30 hunermendên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li sempozyumê bûne û di roja şeşan de temamkirina tabloyên xwe didomînin.

Rastiya herêmê, çanda gelan, jin, taxên Reqayê û bajarên din ên herêmê û xweza mijarên sereke yên tabloyan e.

Li rex temamkirina tabloyan de, gelek komên hunerî berhemên xwe pêşandan.

Wê roja înê (22`yê Kanûnê) sempozyum bi dawî bibe.

(şx)

ANHA