Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Egîd Serêkaniyê spart axê

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSD`ê Egîd Serêkaniyê oxir kir. Şêniyan diyar kir ku li hember dijmin wê berxwedanê mezin bikin. Her wiha ji bo şehîd Kendal Cûdî bi merasîmeke xiyabî hate lidarxistin.

Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Egîd Serêkaniyê spart axê
Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Egîd Serêkaniyê spart axê
Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Egîd Serêkaniyê spart axê
Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Egîd Serêkaniyê spart axê
Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Egîd Serêkaniyê spart axê
Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Egîd Serêkaniyê spart axê
Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Egîd Serêkaniyê spart axê
Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Egîd Serêkaniyê spart axê
18 kanûn, 2023   16:07
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Egîd Serêkaniyê (Ebdulcelîl Mihemed El Îsa) ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Zirganê 12`ê Kanûnê şehîd bûbû, oxir kir. Her wiha ji bo şervanê HPG`ê Kendal Cûdî (Rizgar Derwîş) ê li Metîna ya Herêmên Parastina Medyayê di 28`ê Mijdarê de şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî, ku Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê hate lidarxistin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Foze Yusif axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: "Bi saya fedekariyên ciwanên herêm, planên li dijî yekitiya gelan têk çûn."

Foza soza berxwedana li hember tevahî êrişên li dijî herêmê û berdewamkirina têkoşîna şehîdan da.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûde jî got ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk, hevgirt pêwîst e.

Apê şehîd Kendal Cûdî, Mehmûd Derwîş jî axivî û soz da rêya şehîdan berdewam bike.

Dawiyê, wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Dûre girseya gel, cenazeyê şehîd Egîd Serêkaniyê li goristana Şehîd Rustem Cudî oxir kir.

(şx)

ANHA