Sempozyuma 5’an a Hunera Şêwekariyê bi dawî bû

Piştî çend rojan ji dayîn û xêzkirina hunerên bedew, Sempozyuma 5’an a Hunera Şêwekariyê çalakiyên li kantona Tebqayê bi diruşma "Ber bi rîtma rengên Sûriyeyê ve" bi dawî kirin. Organîzetor amedekariyê dikin ku hunerên xwe di pêşangeheke mezin ku wê di demeke nêz de li Qamişloyê were lidarxistin, pêşkêş bikin.

8 gulan, 2025   16:52
TEBQA

Bi rihê afirîneriya bilind îro perde ji ser çalakiyên Sempozyuma 5’an a Hunera Şêwekariyê ku di 3’yê Gulanê de li Tebqayê bi diruşma "Ber bi rîtma rengên Sûriyeyê ve" hatibû lidarxistin, hate daxistin.

Di sempozyumê de 31 şêwekarên jin û mêr ên ji tevahî bajarên Sûriyeyê beşdar bûn û di 6 rojan de 2 peyker û 65 tabloyên dibistanên şêwekariyê yên curbicur amade kirin. Dê ev tablo di demeke pêş de di pêşangeheke hunerî ya li Qamişloyê de were pêşkêşkirin. Ev pêşangeh, wê Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê li dar bixe û wê zêdetirî 100 xebatên şêwekariyê yên berdemên sempozyumê û hunerên beşdar werin pêşandan.

Hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf ji ajansa me re li ser mijarê axivî û bidawîbûna sempozyumê ragihand û got: "Em xebatên Sempozyuma 5’an a Hunera Şêwekariyê ya li bajarê Tebqayê hatibû lidarxistin bi dawî dikin. Wê şêwekarên beşdar serdan cihên şûnwarî yên li bajêr bikin. Di sempozyumê de 2 peyker û 65 tablo hatin çêkirin. Ji tevahî bajarên Sûriyeyê beşdarî vê sempozyumê bûn."

Serfiraz wiha domand: "Di sempozyumê de 31 şêwekarên jin û mêr beşdar bûn. Wê li Qamişloyê xebatên van şêwekaran di demeke pêş de di pêşangeha ku 3 rojan dewam bike de werin pêşdanan. Wê di pêşangehê de li kêlek xebatên sempoyuzmê afirîneriyên şêwekarên din ên ji tevahî Sûriyeyê jî werin pêşandan. Wê hejmara tabloyên werin pêşandan bigihîne zêdetirî 100 tabloyî."

Der barê armanca sempozyumê de Serfiraz di dawiyê de got: "Armanc nêzîkbûneke hunerî hebe û sûd ji pisporiyên şêwekaran were girtin. Desteya Çandê bi vê yekê armanc kir ku hevgirtina civakî di nava Sûriyeyiyan de were xurtkirin. Wê deste pêşkêşkirina projeyên ji bo geşkirina nasnameya niştîmanî ya Sûriyeyî û xurtkirina yekitiya niştîmanî dewam bike."

Di dawiyê de şêwekar li nava cihên şûnwarî weke Kelha Caber geriyan.

(fr)

ANHA