Li dijî xaleke kontrolê ya li Dêrazorê êrişa çekdarî

Li dijî xaleke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Hewayic Zîban ê gundewarê Dêrazorê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li dijî xaleke kontrolê ya li Dêrazorê êrişa çekdarî
8 gulan, 2025   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku îro xaleke kontrolê ya li bajarokê Hewayic Zîban ê li gundewarê Dêrazorê ji hêla 2 kesên nenas ve ku li motorsiklêtê siwar bûbûn, rastî êrişeke çekdarî hat. Çekdaran gule li xala kontrolê barandin û reviyan. Lê tu birîndarî di nava endamên hêzan de çênebûn.

Navendê diyar kir ku ev êriş, di çarçoveya rêzeêrişên terorane ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bi armanca tevliheviya ewlehî û îstîqrara li herêmê de, pêk tên.

Li gorî navendê, komeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê şeva berê jî êrişî nuqteyeke hêzên ewlehiyê li bajarokê Zîban kir û hêzan bersiv da êrişê.

Hêzan teqez kir ku ew ê bi ser şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de bigirin û tedbîrên xurtkirina ewlehiyê û bersivdana tevahî êrişan bidin ku parastina şêniyan û îstîqrara herêmê misoger bikin.

(fr)