Kongreya Meclisa Jinan a TEV-DEM’ê bi hilbijartina berdevk û endamên meclisê bi dawî bû

Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM yekemîn kongreya xwe bi hilbijartinên berdevk û endamên meclisê bi dawî kir.

8 gulan, 2025   16:15
HESEKÊ

Di bin dirûşma “Jina birêxistinkirî misogeriya civaka demokratîk e" Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku vê sibehê dest pê kiribû bi hilbijartinên meclisê bi dawî kir. Kongre li hola Serdem a bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di vê kongreyê de 375 jin li hev civiyan û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan, rewşa jinan û xebatên wan di nava salekê de nîqaş kirin.

Piştî axaftinan, li nirxandina Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de hat guhdarkirin. Dûre sînevîzyon li ser kar û xebata meclisê hat pêşkêşkirin. Her wiha rêzikname ji hêla endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Maya Ehmed ve bi Kurdî hat xwendin û nîqaş li ser hatin kirin.

Dûre Nûrşan Ferho weke berdevka Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Şêrîn Hesen weke cîgira berdeka meclisê hatin hilbijartin û 50 jin ji bo encamên melcisê hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de berdevka Meclisa Jinan a TEV-DEM’ê Nûrşan Ferho axivî û got: "Ev baweriya ku we daye min, berpirsiyariyeke mezin e û ez ê bi hemû dilpakiya xwe û bi bawerî hilgirim. Em wek jin di vê melcisê de bi biryar in ku li ser esasên jiyana azad û wekhev rola xwe bi awayekî zelek û wêrek pêk bînin. Ev meclisa me ne tenê organeke rêxistinî ye, belkî derbirîna yekitiya dengên jinan di civaka me de ye û qadeke ji bo birêxistinkirina jinên çalak û xwedî rola pêşengiyê di hemû qadên jiyanê de ye."

Nûrşan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Îro em li ber sembolên rastîn ên ku îro diafirînin û pêşerojê çêdikin, bi hurmet û serbilindî radiwestin. Jinan destkeftiyên şoreşê parastin û wê her tim biparêzin û di avakirin û pêşxistina civakê de bûn stûnên bingehîn."

Nûrşan Ferho wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li ser rêya şehîdên xwe û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin. Bi saya felsefeya Rêber Apo jin ji zîhniyeta paşverû rizgar bûn û vegerînin hebûna xwe ya azad û bihêz."

Kongre bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" dawî bû.

(zş/fr)

ANHA