Berhema ceh îsal herî zêde ye

Li Hesekê ji dehan salan ve îsal berhema cehê bejî herî zêde bû, her donimek erd nêzî 500 kîlo ceh da.

Berhema ceh îsal herî zêde ye
26 gulan, 2026   12:27
HESEKÊ

Rêveberiya Çandiniyê ya Hesekê diyar kir ku berhema cehê bejî li herêmên başûr ku xebatên çinînê nû dest pê kiriye, ji ber barana zêde, gihaştiye astên herî bilind.

Xebatkarê Rêveberiya Çandiniyê Izedîn El Heso ji medyayê re got berhema her donimeke erd gihaştiye nêzîkî 400 kg û li hin deveran ji 500 kg derbas bûye û ev rêje ji salên 1980’yî ve nehatine dîtin.

(k)