Şehîdên ciwanên şoreşger bi meşekê hatin bibîranîn

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Ehmed Îsa û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm di salvegera duyemîn a şehadeta xwe de bi meşekê hatin bibîranîn.

17 kanûn, 2023   13:50
KOBANÊ

Endamên Yekitiya Ciwanan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojîn Ehmed Îsa û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm 2 sal beriya niha di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya  li dijî navenda wan a li Kobanê de şehîd bûbûn.

 Bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta wan Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê meşek li navçeya Qinê li dar xist. Di meşa ku bi sedan ciwan tev lê bibûn de dirûşma "Soza me întîqam û tolhildan e" hatin berzkirin.

Meş ji navenda navçeya Qinê dest pê kir û li rêya Qinê- gundê Qasimiyê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a Navçeya Qinê Nezîma Mihemed axivî û soza domandina rêya şehîdan da.

Nezîma Mihemed di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji hêza jin û ciwanan ditirse, lew ra wan dike hedef xwe û got; " Heta kesayetên weke Viyan û Nûjiyan hebin em ê her bi ser bikevin, heta dilopa dawî ji xwînê em ê li ser xeta şehîdên xwe berxwedan û têkoşînê bikin ji bilî wê tu rêyên me tune ne. "

(sş)

ANHA