Di şerê hêzên Şamê û çeteyên DAIŞ′ê de 612 kuştî

îro di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ′ê de şer derket. Ji destpêka îsalê ve hejmara kesên ku di êrişên çekdarî de li bejahiya Sûriyeyê de 612 kes hatine kuştin.

Di şerê hêzên Şamê û çeteyên DAIŞ′ê de 612 kuştî
17 kanûn, 2023   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di şerê îro yê li bejahiya Suxnayê yê di navbera çekdarên "Dîfa El Wetanî" yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ′ê de, 2 endamên "Dîfa El Wetenî" hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn, her wiha çeteyekî DAIŞ′ê hat kuştin.

Li gorî SOHR, ji destpêka îsal ve di şerê li bejahiya Sûriyeyê de 612 kes hatin kuştin. Di nav de 46 çeteyên DAIŞ′ê di şerê li dijî hêzên hikumeta Şamê û êrişên hewayî yên Rûsyayê de hatin kuştin, 399 leşkerên Şamê û komên alîgirên wê, ji wan 167 leşker di kemîn û êrişên çeteyên DAIŞ′ê li rojavayê Firatê û bejahiya Dêrazorê, Reqa, Humis, Siwêda, Hema û Helebê hatin kuştin, her wiha yek jê jin 167 welatî di êrişên DAIŞ′ê de hatin kuştin.

(bb)