Hevpeymana Civakî ji şêniyên Dêrazorê re hat şîrovekirin

Komîteya Jinan a Dêrazorê bendên Hevpeymana Civakî ya nû ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şêniyan re şîrove kirin.

Hevpeymana Civakî ji şêniyên Dêrazorê re hat şîrovekirin
Hevpeymana Civakî ji şêniyên Dêrazorê re hat şîrovekirin
Hevpeymana Civakî ji şêniyên Dêrazorê re hat şîrovekirin
17 kanûn, 2023   13:58
DÊRAZOR

Komîteya Jinan a Kantona Dêrazorê bi civînekê bendên bendên Hevpeymana Civakî ya nû Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şêniyan re şîrove kirin. Civîn li bajarokê Hecînê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, endamên meclisên xwecih, komîn, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê û Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.

Di civînê de endamê Komîteya Xizmetan a Meclisa Gel a Hecînê Silêman El Kerhût 50 bendên hevpeymanê xwendin.

Beşdaran jî der barê hevpeymanê de nerînên xwe anîn ziman û hevpeyman wekî gaveke girîng û aktîf ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12′ê Kanûnê de Hevpeymana Civakî ya nû erê kir û di civîneke çapemeniyê ragihand ku hevpeyman di 13′ê heman mehê de dikeve pratîkê.

(bb)

ANHA