Şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê bi çalakiyan hatin bibîranîn. Di bîranînan de hate gotin ku berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê ya dîrokî bingeha têkoşînekê danî ku heta îro didome.

14 tîrmeh, 2025   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 43`yemîn a berxwedana zindana Amedê ya 14’ê Tîrmehê de, şehîdên berxwedanê bi bîr anîn. 

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr civînek li dar xist. Şêniyên bajêr, endamên sazî û meclisên sivîl û nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Mecliksa Bajarê Dirbêsiyê Raziya Îbrahîm axivî û got: "Bersivek bû li polîtîkayên faşîst, îşkence û hewldanên tunekirina nasnameya Kurd. Wê berxwedanê rêyeke têkoşînê ava kir ku heta roja îro jî berdewam dike û bûye çirayek ji bo rêya azadiyê ya ku gelê Kurd û gelên herêmê tonî bike."

Di civînê de her wiha sînevîzyona têkildarî berxwedana 14`ê Tîrmehê û şehîdên wê hate pêşandan.

HOL

Li bajarê Holê yê kantona Cizîrê jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ji bo bîranîna şehîdên 14`ê Tîrmehê, li hola civînanan civînek girseyî li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê PYD`ê li bajêr Emar Mûsa der barê têkşîna şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê de axivî. Mûsa diyar kir ku  ew roj bûye sembola berxwedan û fedakariyê.

Civîn bi pêşandana belgefîlmeke li ser berxwedana li zindanan bi dawî bû.

HECÎN

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Dêrazorê bi vê boneyê çalakiyek li bajarê Hecîn li dar xistin.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre sînevîzyona der barê berxwedana 14`ê Tîrmehê de hate pêşandan.

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Nû El Elî axivî û got: “Berxwedana 14`ê Tîrmehê çirayek bû ku rêya azadiyê ronî kir û siyasetên qirkirinê têk birin.”

(k)

Drbêsiyê