Li Xezayê 22 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de herî kêm 22 kes hatin kuştin. Hemwextî wê, wezîrên karên derve yên Îsraîl û Filistînê dê di civîna Ewropayê ya li Brûkselê de, bê ku bi awayekî rasterast hevdu bibînin, beşdar bibin.

Li Xezayê 22 kes hatin kuştin
14 tîrmeh, 2025   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de herî kêm 22 kes hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku tîmên abmûlansan 12 kuştî û bi dehan birîndar rakirin nexweşxaneyan. Piraniya êrişan li dijî kon û malên koçberan ên li herêma Mewasî ya rojavayê Xan Yûnis, hatin pêkanîn.

Di encama 3 êrişên hewayî yên li dijî bajarê Xezayê de jî 10 kes hatin kuştin, ji wan jinek hebû. Li bakurê rojavayê bajêr jî di êrişekê de 5 kes hatin kuştin.

Girêdayî wê, wezîrên karên derve yên Îsraîl û Filistînê dê îro di civîna li Brûkselê de beşdar bibin.

Wezareta Karên Derve ya Filistînê da zanîn ku wezîra wê Farsîn Agabkiyan Şahîn û hevpîşeyê wê yê Îsraîlê Gideon Saar bi hev re nacivin.

Wezaretê diyar kir ku wezîr ê di civînê de balê bikişîne ser şerê li Xezayê, siyasetên birçîkirinê, dorpêçkirina aborî ya li ser hikumeta Filsitînê û koçberkirina bi deh hezaran sivîl.

Çaverê ye wezîra Filistînê bi berpirsa siyasetên derve yên Yekitiya Ewropayê Kaja Kallas û hin wezîrên karên derve yên Ewropayê re bicive û ji wan daxwaza rawestandina sûcan û misogerkirina mafên Filistîniyan bike.

(mh)