El Mihbaş: Diyalog bi erênî û avaker derbas dibe

Hevserokê komîteya diyalogê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re Ebid Hamid El Mihbaş diyar kir ku diyalog bi erênî û avaker derbas dibe û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin çareseriyeke siyasî ya adilane û berfireh pêk bînin.

El Mihbaş: Diyalog bi erênî û avaker derbas dibe
El Mihbaş: Diyalog bi erênî û avaker derbas dibe
El Mihbaş: Diyalog bi erênî û avaker derbas dibe
El Mihbaş: Diyalog bi erênî û avaker derbas dibe
14 tîrmeh, 2025   16:09
REQA

Komîteya Şêwirê ya xelkê Reqayê vê sibehê bi beşdariya hevserokê komîteya diyaloga bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ebid Hamid El Mihbaş re civînek li dar xist. Şêxên eşîran, siyasetmedar, hiqûqnas û rewşenbîr jî di civînê de amade bûn.

El Mihbaş di civînê de mijarên di dan û standinê de hatine nîqaşkirin vegotin û anî ziman ku diyalog bi ruhekî erênî bi rê ve diçe û xebat li ser tespîtkirina mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tê kirin.

Têkildarî hewla komîteyê El Mihbaş destnîşan kir ku komîteya diyalogê hewl dide çareseriyeke siyasî ya adilane û berfireh ku yekitiya Sûriyeyê, ewlehî û îstîqrara wê pêk bîne û di heman demê de pirrengiya neteweyî, siyasî û rêveberî li Sûriyeyê nas dike, pêk bîne.

Beşdaran jî piştgirî da şandeya diyalogê û diyar kir ku pêwîst e hevkariya di navbera rêveberiya siyasî û civaka xwecih de dewam bike.

Di dawiya civînê de xelkê Reqayê spasiya xwe ji Amerîka û Fransayê re, ji bo rola wan a pêkanîna îstîqrarê, xurtkirina diyalogê û pêkanîna modeleke demokratîk di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî, pirrengî û hevkarî de, pêşkêş kir.

(fr)