Şehîdê QSD’ê Hemo ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Şehîd Hemo (Mihemed El Ewed) li Pakrewangha Şehîd Dijwar ji aliyê sedan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê, koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê hat oxirkirin.

Şehîdê QSD’ê Hemo ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Hemo ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Hemo ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Hemo ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Hemo ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Hemo ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Hemo ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Şehîdê QSD’ê Hemo ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
8 gulan, 2025   20:06
HESEKÊ

Şervanê QSD’ê Hemo (Mihemed El Ewed) ê ku 6’ê Gulanê di êrişa şandeyên çeteyên DAIŞ’ê de li devera El Behra ya Dêrazorê de şehîd bûbû, îro bi merasîmekê ji aliyê sedan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê, koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê hat oxirkirin. 

Girse cenazeyê şehîd ji Morga Şehîdan a bajarokê Sifeya wergirt û bi karwanekî ber bi Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve bi rê ket. Girse dema gihîşt pakrewangehê bi dirûşma "Şehîd namirin" ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Axaftina Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê endamê meclisê ve Ehmed El Hirês ve hat kirin. Ehmed El Hirês di axaftina de sersaxî da malbata şehîd û got "Bi navê Meclisa Malbatên şehîdan em sersaxiyê ji xwe, ji malbata şehîd û ji hêzên xwe yên leşkerî re dixwazin. Em bejna xwe li hemberî şehîdan û dayikên wan re ditewînin. Şehîd wê her tim di dil û bîra me de bin. Şehadet ji bo her malbateke şehîd re cihê serferazî û şahaziyê ye; ji ber ku şehîd ji bo parastina malbat, hevrê û welat û gelê xwe canê xwe feda kir."

El Hirês di dewama axaftina xwe de anî ziman ku şehîd Mihemed ji şervanekî çalak ê QSD’ê bû û wiha pê de çû "Ji hevalên xwe hez dikir, xwedî exlaqekî bilind û rihekî hevalatiyê bû. Ta gihîşt asta şehadetê erkê xwe ya parastina destkeftiyên şehîdan bi cih dianî."

Li ser navê hêzên leşkerî jî Birûsk Hesekê axivî û wiha got: "Bi navê hêzên leşkerî yên kantona Cizîrê, bi navê QSD, YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê em bejna xwe li hemberî mezinahiya şehîdên xwe yên leheng ên ku ji bo azadî, rûmet, jiyana hevbeş û yekitiyê canê xwe feda kirine ditewînin. Em dibêjin bila serê malbata şehîd û tevahiya gelê me sax be. Di kesayeta şehîd Mihemed de em tevahî şehîdên azadî û rûmetê bi bîr tînin. Şehîdan bi xwîna xwe ya pak rêya azadî û serkeftinê nîşanî me dan û nixên projeya neteweya demokratîk îfade kirin. Bi navê hêzên leşkerî em soz didin şehîdan û malbatên wan ku em ê heya pêkanîna xeyalên şehîdan şopdarên rêya wan bin.

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Maya El Elî wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Girseya gel cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan spartin axê.

(bb)

ANHA