SOHR: Çekdaran li Şamê dest danîn ser xaniyên welatiyan

SOHR'ê da zanîn ku li taxa Uş El Werwer a bakurê rojhilatê Şamê komên çekdar bê belgeyên qanûnî dest danîn ser xaniyên welatiyan û muxtarê taxê bi tevkariya bi çekdaran re hat tohmetkirin û vê yekê pêleke tirsê û koçberkirina bi darê zorê çêkir.ؤ

SOHR: Çekdaran li Şamê dest danîn ser xaniyên welatiyan
8 gulan, 2025   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li taxa Uş El Werwer a bakurê rojhilatê bajarê Şamê komên çekdar bê ku tu belgeyên fermî û qanûnî, dest danîn ser xaniyên bi dehan welatiyan.

Di rapora SOHR'ê de hat diyarkirin ku di vê yekê de muxtarê taxê bi komên çekdar re hevkar e.

Li gorî raporê çekdaran herî kêm dest danîne ser 50 xaniyan û gelek welatî bi darê zorê koçber kirin û rewşeke tirsê ketiye nav welatiyan. Hat diyarkirin ku çekdaran gef li welatiyan xwarin, ku eger ew koçber nebin ew ê bi bihaneyên wekî "alîgiriya rejîma berê" û "pêkanîna sûcan di serdema rejîma berê de" werin girtin û binçavkirin.

Çavkaniyan diyar kir ku welatiyên ku li hemberî van kiryaran îtîraz kirin, çekdaran heqaret li wan kirin û gelek welatî ji taxê koçber bûn û êdî nikarin li çekdaran jî gilî bikin.

Komên çekdar dibêjin ku xaniyên ku wan dest danîne ser ên wan in yan jî di serdema rejîma berê de dest danîbûn ser, lê belê piraniya xaniyan bê belgeyên fermî ne û wekî "milkên dewletê" hatine diyarkirin, ji ber wê jî kontrolkirina wan hêsantir dibe.

Çavkaniyan ji SOHR'ê re diyar kir ku şênî li hember vê yekê aciz in û nikarin li hember van komên çekdar bisekinin û anî ziman ku gelek endamên beşdarî desteserkirinê bûne ji xelkê taxê ne ku di salên şer de ji taxê derketibûn û piştre vegerîn ku bi çeka hêzê destê xwe deynin ser xaniyan.

(mh)