Encam û gavên piştî "Konferansa Yekrêziyê" hatin nîqaşkirin

Di paneleke li ser rewşa Sûriyeyê û xebatên piştî "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" de hate destnîşankirin ku pêwîst e ji bo xurtkirina yekrêziyê gavên bêhtirbên avêtin û rê li ber nakokiyên ku berê derdiketin bê girtin.

Encam û gavên piştî "Konferansa Yekrêziyê" hatin nîqaşkirin
Encam û gavên piştî "Konferansa Yekrêziyê" hatin nîqaşkirin
Encam û gavên piştî "Konferansa Yekrêziyê" hatin nîqaşkirin
Encam û gavên piştî "Konferansa Yekrêziyê" hatin nîqaşkirin
Encam û gavên piştî "Konferansa Yekrêziyê" hatin nîqaşkirin
Encam û gavên piştî "Konferansa Yekrêziyê" hatin nîqaşkirin
Encam û gavên piştî "Konferansa Yekrêziyê" hatin nîqaşkirin
Encam û gavên piştî "Konferansa Yekrêziyê" hatin nîqaşkirin
Encam û gavên piştî "Konferansa Yekrêziyê" hatin nîqaşkirin
Encam û gavên piştî "Konferansa Yekrêziyê" hatin nîqaşkirin
8 gulan, 2025   22:17
QAMIŞLO

 Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi sernavê “Kurd û guherînên siyasî li Sûriyeyê, zehmetî û asyonên pêşerojê” li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo panelek orgenîze kir.

Panel bi amadebûna endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş, endamê Desteya Hevserokatî û Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif, siyasetmedar Sead El Dîn Mele û endamê Nivîsgeha Siyasî û Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Mîdas Ezîz pêk hat û ji hêla çalakvanê siyasî Welîd Çûlî ve hate birêvebirin.

Li panelê endamên partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, rewşenbîr, nivîskar û wêjevanên Kurd amade bûn.

Di panelê de pirsên piştî "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" çi tê xwestin? Şandeya ku dê bê avakirin kengî wê bê avakirin û ji kî pêk tê? Rola gelê Kurd di nav wan aliyên peywendîdar de di vê qonaxê de çi ye? Ji bilî avakirina şandeyê planên dîtir hene yan na? hatin pirsîn.

Feysel Yûsif diyar kir ku "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" daxwazên gelê Kurd ne tenê li Sûriyeyê li Kurdistanê tevahî pêk anîn û pê re nêrîneke erênî derket û got: "Niha divê em bingeheke baweriyê ji bo gel ava bikin û daxwazên gelê xwe yên pratîkî pêk bînin. Nakokiyên ku beriya niha hatin jiyankirin li dijî berjewendiyên gel bû û niha jî rewşa heyî li Sûriyeyê rê dide ku ew baweriya gelê xwe bi dest bixin. Divê bingeha baweriya ku tê avakirin gel jî biparêze."

Sade El Dîn Mele jî got: "Di şande û komîteyên ku bên avakirin û biçin Şamê de divê endamên ji hemû partî û aliyên Kurdî hebin. Divê êdî gavên ber bi xurtkirina yekitiyê ve bên avêtin, panel û semîner bên lidarxistin, li hemû bajaran nêrînên gel bên destgirtin."

Sema Bekdaş jî da xuyakirin ku ji ber ku tenê partî têrê nakin bi gava pêkanîna yekrêziyê rabin,  ji bo temamkirin û pêkanîna yekrêziyê, bi hev re bigihêjin biryaran û got: "Di vê pêvajoyê de pêwîstî heye ku nîqaş di navbera gel û partiyan de bên pêşxistin. Her kes hêviya serkeftinan ji Rojavayê Kurdistan dike û çavên herî kesî li tecrubeya Şoreşa Rojava ye. Hewldanên têkbirina yekrêziyê heta kêliya niha dom dikin, tevî her tiştî jî me karîbû konferansê pêk bînin . Di pêkanîna konferansê de hemû alî bi berpirsyariyeke mezin nêz bûn û niha jî barê wan di vê pêvajoyê de girantir e."

Sema Bekdaş wiha domand: "Em ê nikaribin behsa Sûriyeyeke demokratîk bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê bi awayeke demokratîk bikin. Têkoşîna me a di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de divê veguhere Sûriyeyê bi giştî."

Sema Bekdaş bal kişand ser pirsa avakirina şandeyê û got: “Heta niha li ser şandeyê nîqaş nehatine kirin û çûyîna Şamê girêdayî rewşa Sûriyeyê ye. Gerek di demeke nêz de ev şande were avakirin.”

Mîdas Ezîzî jî diyar kir ku gelek guhertin bi awayeke zelal li herêmê pêk tên, ji bo gelê Kurd jî pêvajoya heyî girîng e û got: "Konferans ne gava dawî bû. Ji bo parastina wê divê hemû kes dest ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin. Acizbûna serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri û dewleta Tirk ji yekrêziya Kurdî heye. Divê hêzên Kurdistanî di warê dîplomasî de alîkariya Rojava bikin û di vê dema heyî de pêwîstî bi hevkariya bi pêkhateyên din jî li Sûriyeyê heye."

Beşdarvanan diyar kirin ku pêwîst e lêvegereke siyasî ya Kurdî bê avakirin û ji bo civaka sivîl bêhtir tev li xebatên yekrêziya Kurdî bibin pêwîst e semîner zêdetir bên dayîn. Divê wekî berê mesele û nakokiyên dabeşkirina îdarî di navbera partiyên Kurdî derdiketin, vê carê dernekevin.

(ekîb/fr)

ANHA