Roja yekemîn a Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû

Piştî dayîna gelek semîner û nîqaşên curbecur roja yekemîn a Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Zanîngeha Kobanê hat lidarxistin, bi dawî bû.

Roja yekemîn a Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû
Roja yekemîn a Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû
Roja yekemîn a Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû
Roja yekemîn a Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû
Roja yekemîn a Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû
Roja yekemîn a Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû
19 cotmeh, 2024   18:22
KOBANÊ

Vê sibehê Konferansa Pewerdehiyê ya Navneteweyî li Zanîngeha Kobanê bi diruşma ʹVeguherînên Perwerdeyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanînʹ bi beşdariya rêveberên Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û akademisyen, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser dest pê kir.

Piştî deqeya rêzgirtinê, li qeyda deng a Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî hat guhdarîkirin û dûre endamê Komîteya Zanistî ya Zanîngeha Kobanê Mihemed El Berho armancên konferansê aşkera kirin.

Di konferansê de 3 mijarên bi navên (Teknolojiya perwerdehiyê û veguherîna dîjîtal, pirsgirêkên perwerdehiyê yên di saziyên perwerdehiyê de û awayên çareseriyê, pêşxistina behreyên jiyanî û pîşeyî, lêkolîn û nûbûn di perwerdehiyê de) hatin nîqaşkirin.

Mamosteyê Pedagojîk ê Zanîngeha Şerq Dr. Ela Eyaş  semînerek li ser rolên mamoste di ronahiya fêrbûna dîjîtal de da. Eyaş bandora teknelojiiya li ser proseya perwerdeyê vegot. Piştre beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

Her wiha mamoste û lêkolînerê tevgerên civakî  Raul Zibaki û mamosteyê zimannasiyê Luqman Guldivê ku bi rêya online beşdar bûn, têgehên nû yên perwerdeyê û ezmûnên perwerdeyê yên li welatan şîrove kirin.

Li kêlek wê jî mamosteya Pedagojîk Dr. Feton Qitênî û mamosteya Pedagojîk masters Hena Şêx Mihemed bi navê ʹAsta dabînkirina behreyên zanistî li gel xwendekarên xwendina bilind li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêʹ semîner da.

Di roja yekemîn de Dr. Mihemed Berho û mamosteya Pedagojîk masters Reşa Hemdeles semînerek bi navê ʹRola berhemên şoreşa dîjîtal li hember pisgirêkên perwerdehiyêʹ da.

Konferans wê sibe dewam bike.

(fr)

ANHA