Şehîd Zelal Zagros li Dêrazorê hate bîranîn

Kombûna Jinan a Zenûbiya li Dêrazorê yekemîn salvegera şehadeta Zelal Zagros bi bîr anî û diyar kir ku berxwedana bendava Tişrînê hêza xwe ji fedakariya şehîdan digire.

Şehîd Zelal Zagros li Dêrazorê hate bîranîn
Şehîd Zelal Zagros li Dêrazorê hate bîranîn
Şehîd Zelal Zagros li Dêrazorê hate bîranîn
Şehîd Zelal Zagros li Dêrazorê hate bîranîn
Şehîd Zelal Zagros li Dêrazorê hate bîranîn
18 ÇILE, 2025   15:51
DÊRAZORÊ

Kombûna Jinan a Zenûbiya li Dêrazorê yekemîn salvegera şehadeta têkoşer Zelal Zagros de ku di 18’ê Çileya 2024’an de di encama hedefgirtina êrişekî de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Merasîma bîranînê li salona Meclisa bajarokê El Kesra, bi amadebûna endamên jin ên gelek sazî û meclisan hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê şêwirmenda Meclisa Rêveber ya kantona Dêrazorê Dilar Derwîş der barê têkoşîna şehîd Zelal Zagros de axivî û diyar kir şehîd Zelal xwedî roleke girîng bû di têkoşîna azadiya jinan li Dêrazorê.

Merasîm bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana jinê” û “Bijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk” bi dawî bû.

(ekîb/k)