Şehîd Zagros li Şedadê hate oxirkirin

Şêniyên kantona Reqayê şervanê QSD`ê Quteybe El Ebid li Goristana Şehîdan a li bajarokê Hikumiye oxir kir.

Şehîd Zagros li Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Zagros li Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Zagros li Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Zagros li Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Zagros li Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Zagros li Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Zagros li Şedadê hate oxirkirin
16 gulan 2024   15:09
REQA

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên êlan, nûnerên Meclisa Rêveber, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, meclisên komînên kantonê tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) Zagros (Quteybe El Ebid) bûn. 

Di merasîmê de şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê torenek li dar xist. Dûre endamê Nivîsgeha Têkiliyan a QSD`ê li herêma Tirweziye Serhemd Amûde axivî û got: "Divê em wefadarê şehîdan bin. Bi saya fedakariyan wan em li vir kom bûne. Em soz didin ku rêya wan bişopînin ta ku serkeftinê bi dest bixin, Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin."

Endamê Desteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan a kantona Reqayê Ehmed El Xelîl wiha axivî: "Em li cihekî pîroz in. Bi saya yên li vir, em hene. Wan bi xwîna xwe ya pak, axa me ji teror û terorsîtan rizgar kir."

El Xelîl wiha domand: "Em soz didin şehîdan li ser şopa wan bin. Bila sulganê terora osmanî jî bizane ku gelê herêmê û lehengên wê nahêlin xeyalên wî pêk werin. Em ê armancên xwe di avakirina civakeke azad, rûmet û demorat de di nava Sûriyeya pêşerojê û biratiya gelan de bi dest bixin."

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre hevalên şehîd, cenazeyê şehîd Zagros di nava dirûşmên "Bi can û xwîne em bi te re ey şehîd" spartin axê.

(şx)

ANHA