DAIŞ`ê êriş rojavayê Dêrazorê kir

Çeteyên DAIŞ`ê êriş nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundewarê Dêrazorê kir û di encamê de endamekî "Dîfa Watanî" hate kuştin.

DAIŞ`ê êriş rojavayê Dêrazorê kir
16 gulan, 2024   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê bi moşek û çekên sivik êriş nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li nêzî bajarokê El Tebnî yê rojavayê Dêrazorê kir û dûre şer di navbera wan de dest pê kir.

Li gorî SOHR`ê, "Dîfa Watanî" sewqiyatên leşkerî şandin cihê şer.

(şx)