Şehîd Salih Muslim li Qamişloyê hat bibîranîn

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê têkoşer Salih Muslim di 40 rojiya şehadeta xwe de li Qamişloyê hat bibîranîn.

19 nîsan, 2026   14:52
QAMIŞLO

Siyasetmedarê Kurd, têkoşer, ji pêşengên diyar yên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), di heman demê de hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim, 11'ê Adarê (2026) li bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiya gurçikê şehîd bû. Îro 40 roj di ser şehadeta têkoşer Salih Muslim re derbas bûn. Bi vê boneyê merasîmek li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Endamên PYD'ê, saziyên sivîl, malbatên şehîdan û bi sedan şêniyên bajar beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û sinevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Salih Muslim hat pêşandan.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Mihemed Cemîl axivî û şehîd Salih Muslêm bi bîr anî. Cemîl anî ziman ku şehîd Salih Muslmi ji jiyana xwe 40 sal zêdetir ji bo civakê kar kiriye.

'EM KEDA WÎ JI BÎR NAKIN'

Di merasîmê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD'ê Silêman Erebî jî bal kişand ser têkoşîna şehîd Salih Muslim û ev tişt anî ser zimanê "Di 40 rojiya şehadeta Salih Muslim de, em têkoşîna wî ya dewlemend û tijî fedakarî bi bîr tînin. Salih Muslim jiyana xwe ji bo parastina doza Kurd û pêşvebirina nirxên azadî, demokrasî û jiyana hevbeş feda kir. Tevî hemû zehmetiyan jî, gav şûnde nediavêt. Mîrateya wî ya siyasî û şoreşgerî dê di dilê gelê me de zindî bimîne û dê hêzek ajotinê ji bo berdewamiya têkoşînê û pêkanîna hêviyên wî bimîne. "

Endamê Konseya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Xebat Mihemed axivî û got: "Di çilrojiya şîna têkoşer Salih Muslim de, em jiyanek tijî têkoşîn û fedakarê bi bîr tînin, ku tê de wî wateya berxwedan û dilsoziya ji bo doza gelê xwe temsîl kir. Mîrateya wî ya têkoşîn û xebata wî ya siyasî wê çavkaniya îlhamê ji bo berdewamkirina têkoşîna azadiyê û avakirina Sûriyeyek demokratîk dimîne. "

Piştre endama Koordînasyona Kongre Star Gulîstan Gulo jî anî ziman ku têkoşîna ku şehîd Salih Muslêm daye meşandin tu carî ji bîr naçe û got, Salih Muslêm ji wan kesayetan e ku ji bo civaka xwe têkoşîn kiriye û roleke mezin di şoreşa Rojava de lîstiye.

'ÇÛYÎNA SALIH MUSLIM WINDAHIYEK MEZIN BÛ'

Di dawuya axaftinan de endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kurdiyar Dirêî  sersaxî ji malbat û hevrêyên şehîd Salih Muslim û tevahî gelê Kurd re xwest û û têkoşîna wî ya ji bo doza Kurd vegot.

(fk/bb)

ANHA