Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan pêşmergeyên jin ên şehîd bi bîr anîn

Koordînasyona Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê pêşmergeyên jin ên li Başûrê Kurdistanê di êrişên Îranê de şehîd bûne bi bîr anîn û li dijî êrişan jî banga hevgirtinê li gelê Kurd kir.

Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan pêşmergeyên jin ên şehîd bi bîr anîn
19 nîsan, 2026   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star der barê êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û şehadeta 3 pêşmergeyên jin Xezal Mewlan, Nada Misrî û Samîra Allahyarî daxuyaniyeke weşand.

Di daxuyaniyê de peşmergeyên jin Xezal Mewlan, Nada Miri û Samira Allahyarî yên li Başûrê Kurdistanê di êrişên rejîma Îranê de şehîd bûne bi rêzdarî hatin bibîranîn û êriş bi tundî hatin şermezarkirin

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êriş ne tenê leşkerî ne, di heman demê de êrişên li dijî îradeya jinan, civakê û yêkbûyîna gelê Kurd e.

Berdewama daxuyaniyê wiha ye:

 "Jinên ku dixwazin jiyana xwe ya bi rûmet û civaka xwe biparêzin bi zanebûyîn tên hedefkirin. Zihniyeta ku têkoşîna jinan qebûl nake bi van êrişan dixwaze tirsê di nava gel de ava bike û berxwedana jinan bişkîne. Di heman demê de ev êriş li hemberî hewldana yekitiya gelê Kurd e. Di dîrokê de her carê ku gelê Kurd xwestiye yekbûna xwe pêk bîne û li ser bingeheke siyasî ya hevpar civakê bi rêxistin bike, zext û êrişan jî zêde bûye. Hewldanên partiyên siyasî yên Kurd ku di bin yek sîwanê de kom bûne, her car ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyîve derbe lê tê xistin.

Di demên dawîn de hewldan û hevbeşbûyîna partiyên Kurdî, bi taybetî ji aliyê Îranê ve wekî xetereyeke ewlehiyê ve tê dîtin. Ji Sibata îsal (2026) ve êrişên hêzên Îranê li ser Herêma Kurdistanê pir zêde bûne. Ji destpêka îsal ve, Hewlêr, Silêmanî û Duhokê bi drone û mûşekan tên hedefkirin. Li gor raporên fermî û qadan, di navbera Sibat û Adarê de zêdetirî 200 êriş û bi tevahî jî zêdetir ji 450 êrişên drone û mûşekê hatine tomarkirin.

Di vê demê de, herî kêm 14–17 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmareke mezin jî birîndar bûne. Hin êriş rasterast li cihên sivîlan hatin kirin. Armanca van êrişan lawazkirina statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye. Rejîma Îranê bi van êrişan dixwaze hevsengiyên heremî di bin kontrola xwe de bigire û tirs û bê ewlehiyê di nava civakê de kûr bike.

Bi van êrişên leşkerî pirsgirêkên siyasî çareser nebin û ewlehî û aramî li herêmê pêk nayên. Ji ber vê yekê jî  ji bo Îranê  gav avêtina ber bi demokrasî, diyaloga siyasî û qebûlkirina daxwazên rewa yên gelan pêdiviyek bingehîn in. Heke ev rêbazên ewlehiyê û zextê bidomînin, wê herêmê ber bi krîzeke berfirehtir ve bibe.

 Di vê pêvajoyêde rastiyeke bi êş jî derkete holê ku jina peşmerge Xezal a bi giranî birîndar bibû, ji aliyê hîn nexweşxaneyan ve nehate qebûlkirin û tedawîkirin. Piştî şehadeta wê jî ji aliyê hîn mizgeftan ve nehate qebûlkirin. Ev nêzîkatî di wijdana gelê Kurd de birînên kûr vekirine. Jineke ku ji bo gelê xwe serî li vê rêyê daye û jiyana xwe ji bo gelê Kurd bexşandiyê, ji mafê xwe ê herî bingehîn hat mehrûmkirin. Ev rewşe teqez nayê qebûlkirin. Ev rewşe ne bi nirxên olî ve ne jî bi exlaqê civakê ve li hev nayên. Cewhera baweriyan rehm, xwedî lê derketin û parastina rûmeta insan e. Insanek halbukî jinek ku ji bo gelê xwe berdel daye dema ku bi muameleyên bi vî rengî re rû bi rû tê, ev ne tenê şermeke civakî ye, di heman demê de ezmûneke wijdanî ya mirovatiyê ye.

Di dîrokê de jinên Kurd di demên zehmet ên ku civaka wê tê re derbas dibe de bûne sembola berxwedan û fedakariyê. Tenêhiştina jineke xwedî hilgirên mîraseke berxwedana gelê xwe, bi van nirxan re nakokiyeke mezin îfade dike.  

 Ev bûyer, di heman demê de nîşana pirsgirekên civakî û siyasî ye jî. Li Kurdistanê perçebûna ku hatî çêkirin, atmosfera siyasî ya ku hatî avakirin, lawaziyên di nava avahiyan de nahêlin ku nirxên insanî bi rasteqîn werin parastin. Mudaxaleyên derve û nakokiyên hindirîn, tenê ewlekariyê na, lê di heman demê de exlaqa civakê jî dixin xetereyê. Lê gelê Kurd di her şert û mercî de xwedî li gerîlayên xwe û peşmergeyên xwe derketine. Pêwîst e ev kaosa heyî nebe sebeb ku nirxên civakê lawaz bikevin.

 Em weke Kongra Star dibêjin; em êrişên ku destkeftiyên jinan û gelan hedef digire qebûl nakin. Em muameleya bi vî rengî ya li jineke ku ji bo gelê xwe tê koşiyeya qebûl nakin.

Heta ku gelek xwedî li nirxê xwe derbikeve wê li ser lingan bimîne. Her nirxeke ku îro em xwedî lê dernekevin, wê sibe rê li ber windabûyînên mezintir veke.
 Em bang li raya giştî ya navneteweyî, dîsa rêxistinên jinan û parazvanên mafên mirovan, gelê her çar aliyên Kurdistanê dikin ku li hemberê van êrişan helwesteke vekirî nîşan bidin, mafê jiyana gelan û jinan biparêzin û piştgiriyê bidin hevgirtina gelê Kurd û xurt bikin."

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi heman armancê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi amadebûna endamên meclisê û malbatên şehîdan ve hat dayîn. Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Rîba Mamo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de neqebûlkirina cenazeyê şehîd Xezal Mewlan ji aliyê nexwexşaneyê ve hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku ev nêzîkatî binpêkirina rêgezên wekhevî û rûmeta mirovahiyê ye, di heamn demê de li dijî nirxên welatparêziyê yê gelê Kurd e ku rêzê li rola  jinên berxwedêr û têkoşer digre.

Her wiha hate gotin ev kiryar zihniyeta neqebûlkirina fedakariyên jinan û rola wan rasteqîn di civakê de nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin ku pêşwazînekirina cenazeyan bêrêzî û şermek civakî ye. Her wiha hate diyarkirin ku divê saziyên tenduristî û olî di jiyan û mirina mirovan de bibin stargeh û nebin cihên nîjadiyê.

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna jinan a ji bo azadî û rûmetê hat kirin.  Hate diyarkirin ku înkarkirina şehadeta jinan bêrêziya li hemberî her têkoşerekê  ye ku jiyana xwe ji bo parastina rêgezên xwe daye, di heman demê de hewldaneke ji bo çewisandina rola wan a dîrokî û mirovî ye.

Meclisa Malbatên Şehîdan bang li aliyê têkildar kir ku hemû cûreyên cûdekariya li ser bingehê civakê bi dawî bikin, rêzê bidin fedakariyên jinan dane. Hate gotin, civakên ku keda jinan înkar dikin, di heman demê de beşek ji mirovahiya xwe înkar dike.

 (bb)