Li Hesekê panelek li ser rewşa koçberan hate birêxistinkirin

Rêxistina Access li bajarê Hesekê bi koçberan re civiya û pirsgirêkên wan ên civakî nîqaş kirin.

19 nîsan, 2026   14:54
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê rêxistina Access panela çaremîn bi rêxistin kir. Panel di roja 13-14-15-19 Nîsanê organîze kirin. Her carekê 20 koçber, parêzer, çapemenî û çalakvanên sivîl tev li panêlê dibûn û rewşa koçberan ji her alî ve dihat nîqaşkirin. 

Her wiha rêxistina Access 15`ê Kanûnê û 15`ê Çile bi koçberan civiyabû û rewşa wan nîqaş kiribûn. Di panêlê de koçberan pirsgirêkên xwe û daxwazên xwe ji bo aliyên têkildar anîn ziman. Di dawiya panelê de daxuyanî bi navê `Dengên Koçber` hat dayîn.

Koçberên Serêkaniyê û Efrîn diyar kirin ku li Sûriyeyê hîna koçberiya bi darê zorê didomê, teysandina xwe li rewşa ewlehî, aramî û mafên mirovan dike û hemû koçber ji mal û mulkên xwe têne mehrûmkirin.

Koçberan daxwazên xwe anîn ziman û gotin: "Em ewlehî, parastin û malên xwe dixwazin. Jiyana baş bibe û derfeta kar hebe. Îradeya koçberan jî di biryar dayînê de hebe."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar kirin û gotin: "Em bang li hikûmeta demkî, Rêveberiya Xweser û komîteyên entegrasyonê dikin ku ji bo koçberan gavên piratîk bavêjin. Nêrîna koçberan jî di polîtîka û biryarên ji bo wan têne girtin, hebe. Her wiha mekanîzmeyên rewşa koçberan were şopandin, werin dayîn. Rewşa koçberan ne tenê aliyê mirovî de were şopandin divê bi edalet û hiqûqê ve were girêdan. Mafê vegere dildar, ewle û bi rûmet bidin. Ev mafekî sereke yê koçberane û nayê talok kirin. Divê ji bo vegera bi rûmet garantiyên rast werin dayîn. Em bi hêvî ne ku ev daxuyanî bibe detspêka pêk anîna daxwazên koçberan."

(np)

ANHA