Şehîd Osman El Xelef bi merasîmekê hat oxirkirin

Şehîdê QSD’ê Osman El Xelef îro bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Kerama yê Reqayê hat oxirkirin.

Şehîd Osman El Xelef bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Osman El Xelef bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Osman El Xelef bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Osman El Xelef bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Osman El Xelef bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Osman El Xelef bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Osman El Xelef bi merasîmekê hat oxirkirin
19 tebax, 2025   15:24
REQA

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Osman El Xelef ku 7’ê Çileya 2016’an tev li refên QSD’ê bûbû û di 17’ê Tebaxa îsal de li gundê Şerîka yê Reqayê li ser erka xwe şehîd bûbû, bi merasîmekê hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên kantonê, tevî endamên saziyên sivîl û meclisên leşkerî beşdarî merasîma oxirkirinê bûn ku li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Kerama yê rojhilatê kantonê hat lidarxistin.

Merasîmê bi deqeya rêzgirtin dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê Ehmed El Şêx axivî. El Şêx sersaxî ji malbata şehîd Osman El Xelef re xwest û diyar kir ku şehîdan ji bo parastina welatê xwe û azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine û ev peyam da"Wekî Meclisa Malbatên Şehîdan em soza xwe nû dikin ku em ê dilsozên fedakariyên şehîdan bin û rêgazên ku ji bo wan şehîd bûne biparêzin."

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rojhilat a Kantona Reqayê Îbrahîm Ebas jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku şehîd Osman mînaka şervanê dilsoz û leheng bû.

Ebas got, xwîna şehîdan emanetek di stûyê wan de û dê heya pêkanîna hêviyên gel şopdarên rêya şehîdan bin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hatin kirin. Girse bi dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" cenazeyê şehîd spart axê.

(bb)

ANHA