’Salane 50 jin li Başûrê Kurdistanê tên qetilkirin’

Rêxistina Serbixwe ya Jinan di daxuyaniyek de aşkera kir ku li Başûrê Kurdistanê her cûre cudakarî û bêrêzî li hember jinan bi awayekî rêxistinkirî tê kirin. Her wiha diyar kir ku salane 50 jin li Başûrê Kurdistanê tên qetilkirin.

’Salane 50 jin li Başûrê Kurdistanê tên qetilkirin’
19 tebax, 2025   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Serbixwe ya Jinan der barê qetilkirin û binpêkirinên ku li Başûrê Kurdistanê li beramberî jinan pêk tên de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Rêxistina Serbixwe ya Jinan de hatiye diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê her cûre cudakarî û bêrêzî li hember jinan bi awayekî rêxistinkirî tê kirin, di aliyê civakî, yasayî û medyayê de jî mijara pirjiniyê wekî ku tiştek giring be tê behskirin.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin ku destdirêjiya zayendî û teşwîqkirina tundûtûjiyê ji platformên fermî yên partiyên desthilatdar, medyayê û medya dijîtal wek jehrê tê rijandin û jin tên biçûkxistin.

Her wiha hatiye diyarkirin ku pêşxistina çanda mêrsalarî, olî, namûsperestî û cûdakariya ku ji aliyê desthilatê ve tê kirin, bûye sedema kuştinên jinan.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku bûyerên kuştina jinan bûye yek ji pirsgirêkên herî qirêj a nava civakê û lekeyek reş li ser rûyê desthilat û sîstema baviksalariyê hiştiye.

Hatiye gotin ku li gor amarên fermî yên saziyên hikûmetê, salane 50 jin li Başûrê Kurdistanê tên qetilkirin, hinek ji wan tên veşartin û wek bûyerên, xwekuştin û xwe şewitandinê tên ragihandin.

Di dawiyê de jî Rêxistina Serbixwe ya Jinan daxwaz ji jinan û mêran dike ku bi hev re ji bo civakek azad û wekhev bixebitin.