Li Helebê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate xwestin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û saziya birîndarên şer li Helebê bi daxuyaniyên cuda daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku azadiya wî gaveke ber bi aştiya mayînde ve ye.

Li Helebê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate xwestin
19 tebax, 2025   15:21
HELEB 

Di çarçoveya xebatên ji bo azadiya fîzîkî Rêber Abdullah Ocalan de şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyanî da. Saziya Birîndarên Şer a Helebê jî bi heman armancê daxuyaniyek cuda da.

Daxuyaniya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Parka Rêber Abdullah Ocalan a li herêma Şeqîf bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endamê Rêveberiya PYD’ê Ferîha Ehmed û bi zimanê kurdî ji aliyê hevserokê Mala Êzîdiyan a Helebê Menan Cefer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser siyaseta tecrîdê ya Îmraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û hate bibîrxistin tevî wê jî Rêbert Abdullah Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir lê dewleta Tirk tu gaveke cidî der barê bangê de neavêtiye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şêniyên Helebê bi hezaran name di çarçoveya hemleya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de şandine.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dawiya daxuyaniya xwe de got Rêber Abdullah Ocalan bûye sembola berxwedanê û jêdera felsefeya mirovî ya hemû sînorên siyasî derbas dike û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûye mercê sereke yê pêkanîna aştiyê.

Di heman çarçoveyê de Saziya Birîndarên Şer a Helebê jî daxuyanî da. Daxuyanî li ber navenda saziyê ya li taxa Şêxmeqsûd ji aliyê Mistefa Memo ve hate xwendin. Bi dehan endamên saziyê beşarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de stratejiyên Rojhilata Navîn bi giştî dan guhertin û wiha hate gotin: “Ev guhertin ji Kurdistanê destpê dike û derbasî welatên cîran dibe. Banga Aştî û Civaka Demokratîk û agirbesta ji aliyê PKK’ê ve hate ragihandin, her wiha dan û standinên bi rê ve diçin zemîna guhertina siyasseta li tevahî herêmê û Tirkiyeyê nîşan dide.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku hemleya “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji doza Kurd re” dîrokî bûye û wiha dom kir: “Banga Rêbertî encamên dîrokî bi xwe re anîne. Di encamê de Rêber Abdullah Ocalan cara yekem piştî 26 salan ji tecrîdê peyama bi dîmen da. PKK’ê gav avêt, xwe vesix kir. Şervanên wê bi awayeke sembolîk çekên xwe şewitandin. Bi vê yekê girêdana xwe bi xeta aştiyê ve nîşan dan. Pêwiste dewleta Tirk jî gavan bavêje û di danûstendinan de bi cidiyet tev bigere.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li CPT, rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, yên hiqûqî, gelên azadîxwaz û parêzeran hate kirin ku li dor Banga Aştî û Civaka Demokratîk û hemleya ‘Ez dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim’ kom bibin.

(dc)

ANHA