Rola ciwanan di parastina welat û nasnameyê de hat gotûbêjkirin

Li Helebê di komcivînekê de hate gotin, berpirsiyariya avakirin û pêşxistina welat dikeve ser milê ciwanan.

5 cotmeh, 2025   15:29
HELEB

Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) komcivînek bi sernavê "Xwedîderketina li axa welat rûmet e" li dar xist. Civîn li Hola Lêlûn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê, bi tevlîbûna ciwanên ji partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji rêveberên Meclisa Ciwanan a PYD`ê Sabir Erûs bal kişand ser girîngiya ku ciwan çand û dîroka xwe biparêzin û erkê xwe yê mirovî li hember axa xwe pêk bînin.

Piştre, nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Ciwanên PYD`ê Reşa Ebdo û bi zimanê Erebî ji aliyê endamê PYD`ê Ehmed Ebdo ve hate xwendin.

Komcivîn bi gotûbêjên di navbera ciwanan de dewam kir. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Diyar Çawîş da zanîn ku tişta bi nirx ew e ku mirov li ser axa xwe bimîne û çand û zimanê xwe biparêze.

Endama Partiya Neteweyî a Civakî ya Sûriyeyê – Întifada, Seher Zêna jî diyar kir ku dûrketina ji welat dibe sedema windakirina resenî û dîroka xwe.

Seher da zanîn kir ku pêvajoya avakirina welat dikeve ser milê ciwanan û got, divê ciwan enerjiya xwe ji bo pêxistina welêt û parastina nasname û hebûnê bi kar bînin.

(k)

ANHA