Şehîd Mazdek Ararat li ser gora xwe hat bibîranîn

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Komîna Filma Rojava bi daxuyaniyekê şehîd Mazdek Ararat li ser gorî wî bi bîr anî û  got: "Şehîd Mazdek lehengê sînemaya civakê bû, pira dan û standinên çandî di navbera gelan de bû."

Şehîd Mazdek Ararat li ser gora xwe hat bibîranîn
Şehîd Mazdek Ararat li ser gora xwe hat bibîranîn
Şehîd Mazdek Ararat li ser gora xwe hat bibîranîn
Şehîd Mazdek Ararat li ser gora xwe hat bibîranîn
Şehîd Mazdek Ararat li ser gora xwe hat bibîranîn
Şehîd Mazdek Ararat li ser gora xwe hat bibîranîn
Şehîd Mazdek Ararat li ser gora xwe hat bibîranîn
13 îlon, 2025   15:10
KOBANÊ

Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya li bajarê Kobanê û Komîna Film a Rojava bi wesîleya salvegera şehadeta sînemager û şoreşger Mazdek Ararat (Omer Bagci) daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ser gora şehîd Mazed a li Pakrewangeha Şehîd Dicle bi amadebûna endamên Navenda Baqî Xido, Komîna Film a Rojava, malbatên şehîdan û hevreyên şehîd Mazdek hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endamê komîna Filîm a Rojava ya kantona Cizîrê Raman Berzancî ve hat xwandin.

Daxuyanî wiha ye:

"Jiyan mîna romanê ye, her mirovek romana xwe di jiyanê de dinivise, lê ne her romanek di dîrokê de dimine û tê xwendin. Kesên ku nirxên jin û jiyanê, civak û xwezayê di her kêliyekê de diparezin, ew in yên ku romana jiyana wan bi tîpên zêrîn di dîrokê de tê nivisandin û ji nefşên din re dibin pêsenk û ronak.

Sehîd Mazdek Ararat rêhvalê ceng û hunerê, sînemagerê leheng, yek ji damezrinerên Komîna Film a Rojava ( 2015’an) bû. Gelek sagirt fêrî seneryo û derhêneriyê kirin. Lehengê sînemaya civakê bû, pira dan û standinên çandî di navbera gelan de bû. Wek derhênerek sînemager di nav civakê de dihat nasîn. Lê li gor dem û mercan şervanekî leheng, mamoste û lîstokvan bû. Li ser şopa rêhevalê xwe şehîd Xelîl Dax bû. Di şoreşa Rojava de xwedî gelek proje bû û her tim digot’ Rêya rast û durist, rêya azadî û mirovahiyê ye, ya ji bo bedewbûna jiyanê û dadmendiyê ye, ev rê erka me ye’.

Di roja bîranînê de, sehîd ji zindiyan zindîtir e. Îro di roja şehadeta te de, em sopên te yên ku tev axa Kobanê hatiye stirandin hîs dikin. Em kêliyên pêşengtiya te li hember tarîtiyê bi bîr tînin, te dizanî ku fîşek bi deng in, lê bawriya te bi sermediya vedenga hunerê û bandora wê bi hêztir bû. Lewra te bi milekî çek rakir û bi yê din kemîra. Te bi lehngî li hember dasê şer kir, derhehênerê ku hêza dîmenê fêrî me kir tu bû.

Mamosteyê ku sagirt fêrî bedewbûnê dikirin tu bû. Yê ku di filman de kelehek parastina çand û hebûna civak û jiyanê diresandin tu bû. Di ceng û şeran de tu hunermend bû, Kobanê te ji bîr nake, hîn şopên te di kolanên wê de gul didin, diwarên wê hîn çîrokên te vedibêjin. Mîna kaniyek dê her tim bihereke. Tu ne tenê wêneyek sehîdekî çek li milî, tu helbestek li ser zimanê şagirtên xwe yî, dîmeneke ji filmekî bi dawî nayî. Em te di hemû cengên dijî talanê de dibînin. Lehengî ne tenê di mirinê de ye, di dilsoziya bi dozê re ye, di jiyana ku mirov bi lehengi bijî de ye.

Azadî ji rûkeniya sehîdan ava dibe, nirxên dîrokê ne. Şehîdên me sond û rûmeta me ne, rêya serkeftinê ne. Sehîd ronahiya me ne. Bijî berxwedana gelan. Biji berxwdana zindanan, Bijî Rêber Apo."

Omer Bagci (Mazdek Ararat) di 13'ê Îlona 2019'an de li herêma Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber qezayekê şehîd bû.

(mm/bb)

ANHA