Artêşa Lubnanê beşek din a çekên Filistînê wergirt

Artêşa Lubnanê 8 kamyonên barhilgirên çekan ji kampên Eyn El Hilwa û El Bedawî yên koçberên Filistînê wergirtin.

 Artêşa Lubnanê beşek din a çekên Filistînê wergirt
13 îlon, 2025   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê di çarçoveya temamkirina plana wergirtina çekan ji komên Filistînê bo dewleta Lubnanê de, vê sibehê 8 kamyonên çekan ji kampên Eyn El Hilwa a li başûrê welat û Bedawî ya li bakur wergirtin.

Rêveberê beşa têkiliyên giştî û ragihandinê yê Hêzên Ewlekariya Neteweyî yên Filistînê yên li Lubnanê, Ebdulhadî El Esedî diyar kir ku ji kampa koçberan a Eyn El Hilwa 5 kamyon û ji kampa El Bedawî jî 3 kamyon ên çekan radestî artêşa Lubnanê hatin kirin.

Serokê Komîteya Diyalogan a Lubnan-Filistînî, Ramiz Dîmeşqiye destnîşan kir ku  ji bo komên din jî çekên xwe radest bikin, diyalog berdewam dikin.

Di çarçoveya hiştina çekan di destê dewleta Lubnanê tenê de, di tebaxa borî de jî ji kampên Burc El Beracina ya li Beyrûtê, kampên Reşîdiye, Bes û Burc El Şemalî yên li Siwarê de çekan hatin radestkirin.

Kampa Eyn El Hilwa mezintirîn kampên koçberên Filistînê li Lubnanê ye. Di kampê de bi dehhezaran koçber hene. Der barê hin koçberan de desthilata Lubnanê de biryara lêpirsînê daye.

(bb)