Şehîd Gulistan Tara li Silopiyayê hat pêşwazîkirin

Cenazeyê Rojnameger Gulîstan Tara ya di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li Silopiyayê bi girseyî hate pêşwazîkirin.

Şehîd Gulistan Tara li Silopiyayê hat pêşwazîkirin
29 tebax, 2024   22:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê Rojnameger Gulistan Tara ya di 23’ê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê di êrişa SÎHA’yê ya dewleta Tirk de hatibû şehîdxistin, piştî merasîma li Silêmaniyê ji deriyê sînor ê Xabûrê anîn navçeya Silopiyayê. Cenazeyê şehîd Gulistan li deriyê sînor ê Xabûrê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Piştî ku cenazeyê şehîd Gulistan hate wergirtin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Piştî otopsiyê wê cenazeyê şehîd Gulîstan bişînin Elîhê.