‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’

Jinên pirtûka "Çawa Bijîn?" a Rêber Abdullah Ocalan xwendine, ji tevahî jinan xwest ku pirtûkê bixwînin û gotin "Pirtûk ferd û civakan bi pêş dixe û nêzîkatiyên koletî û biçûkxistinê ji holê radike."

‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
‘Pirtûka ‘Çawa Bijîn?’ bixwînin’
30 tebax, 2024   03:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Endam û rêveberên Meclisa Şehîd Rûken Zerdeşt a taxa Eşrefiyê ya Helebê 2 sal e bernameyeke perwerdeyê diyar kiriye ku li gorî wê hefteyê du rojan an dersên zimanê kurdî dibînin an jî pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin.

32 endam û rêveber ku tev li perwerdeyê bûne, xwendina pirtûka sêyemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi navê "Sosyolojiya Azadiyê" û pirtûka Jin û Malbat bi dawî kirine, ji destpêka Hezîrana îsal ve jî dest bi xwendina pirtûka "Çawa Bijîn?" kirine.

Xade Ehmed a ku tev li xwendina pirtûkan bûye têkildarî mijarê got: "Gelek mijar ji bo me ne zelal bûn, lê piştî xwendina pirtûka `Çawa bijîn` êdî diyar bûn."

Xade der barê navaroka pirtûkê de wiha axivî: "Piştî xwendinê min rastiya têkiliya azad a di navbera mêr û jinan de nas kir. Min fêm kir ku têkiliya seranser, dûrî exlaqê ye û wateya rastîn a hevjiyana azad berovajî dike."

Xade diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka "Çawa Bijîn?" de, bi rêya pîvanên diyar rê nîşanî jinan dide ji bo ku xwe pêş bixin û sûcên li dijî wan tên kirin mîna paşguhkirina rola wê di civakê de, çewisandin û înkarkirinê, red bikin.

‘FERD Û CIVAKÊ BI PÊŞ DIXE’

Xade bal kişand ser rêbazên pergalên serdest ên ku civakan ji cewhera wan a rastîn dûr xistine û got: "Pergalên serdest dest li zanist, çand û hunerê werdide. Hewl dide rastiyan berovajî bike û gelan bi mijarên seranser mijul bike ta ku bê hişmendî bimîne. Ji bo ku em rê li pêşiya vê bigirin, divê em li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka `Çawa bijîn` de şoreşekê li dar bixin û têkoşînekê bimeşînin."

Xade diyar kir ku xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî baş bandor li ferd û civakê dike û wan bi pêş dixe.

Xade wiha pê de çû: "Di pirtûkê de, hezkirin, rêzgirtin di têkiliyên navbera her du zayendan de serwer e. Her çiqas hişmendiya me bi pêş ket, wê demê em dikarin cudahiya di navbera têkiliya bi kesayetê ve girêdayî û têkiliya mirov dişikîne de, nas bikin.

Hêvîn Mûsa jî behsa sedema hilbijartina pirtûka "Çawa bijîn?" bi bîr xist û got: "Pirtûk, rewşa me vedibêje. Ji me re xuya dike çiqas mêr bi rêbazên nexweş di bin navê hezkirin û eşqê de nêzî jinan dibe. Her wiha wateya rastîn a têkiliya di navbera her du zayendan de diyar dike. Ji ber wê min xwest vê pirtûkê bixwînim."

‘DIVÊ HER JINEK VÊ PIRTÛKÊ BIXWÎNE’

Hêvîn bal kişand ser biryarên pergalên baviksalariyê ku li ser jinan ferz dikin û got: "Jin tu carî ne jêdera têkiliyên jehrî û ne ji rêzê ne. Berovajî wê jêdera herî girîng a jiyanê ne. Biryarên pergalên baviksalarî yên li dijî jinan, rol û azadiya wan sînordar dikin."

Hêvîn bang li her jinekê kir ku ji bo ku nekeve xafika planên pergalên serdest vê pirtûkê bixwîne û got: "Van pergalan, civak ji exlaq û nirxên wê yên rastîn dûr xistiye û ji bo ku berjewendiyên xwe bi dest bixe, di destê xwe de kiriye amûr. Em çi bikin em nikarin bigihêjn têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan. Lê em bi israr in ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê azadiya jinan de, bixin pratîkê."

(bb-şx)

ANHA