Meclisa Amûdê êrişa li dijî bajêr şermezar kir

Meclisa bajarê Amûdê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî bajêr şermezar kir.

Meclisa Amûdê êrişa li dijî bajêr şermezar kir
29 tebax, 2024   22:03
AMÛDÊ

Meclisa bajarê Amûdê êrişa li dijî taxa Mesakin şermezar kir. Di êrişê de welatiyek şehîd bû û hin jî birîndar bûn.

Endama Komîteya Jinan a meclisa bajêr li cihê bûyerê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berpirs hat dîtin. Her wiha bang li cîhanê hat kirin ku van êrişan bi dawî bikin.

(mh)

ANHA