Şehîd Gulê Selmo hat bibîranîn

Şehîd Gulê Selmo di salvegera 13’emîn a şehadeta xwe de li Helebê hat bibîranîn.

Şehîd Gulê Selmo hat bibîranîn
Şehîd Gulê Selmo hat bibîranîn
Şehîd Gulê Selmo hat bibîranîn
Şehîd Gulê Selmo hat bibîranîn
Şehîd Gulê Selmo hat bibîranîn
13 adar, 2025   14:54
HELEB

Meclisa Kongra Star a Helebê bi boneya salvegera 13’emîn a şehadeta endama xwe û endama Meclisa Gel a Şêxmeqsûdê Gulê Selmo civînek li dar xist. 

Civîn li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya bi sedan jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, malbat û hevrêyên şehîd Gulê Selmo hat lidarxistin.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîma Hemo axivî û têkoşîna şehîd Gulê Selmo vegot. Fetîma Hemo got: "Gulê Selmo dayika ku di ber kurekî ne yê wê de şehîd bû. Têkoşîna wê ya girse di salên 80’î yên sedsala borî de dest pê û heya roja şehadeta wê di 2012’an de dewam kir.

Fehîma Hemo diyar kir ku mîraseya şehîd Gulê wê zindî bimîne û soza şopandina xeta wê da.

Civîn bi berzkirina dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

Gulê Selmo di sala 1961'an de li gundê Qitmê ya navçeya Şera ya Efrînê hatiye dinê. Di dawiya salên 1980’yî de fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kir û dest bi xebatan  kir. Gulê Selmo piştî avakirina Kongra Star (15’ê Çileya 2005’an) wek endameke kongreyê li taxa Şêxmeqsûdê xebat da meşandin. Bi destpêka 2012’an de anku bi avakirina Meclisa Gel a Taxa Şêxmeqsûdê re, wek endama meclisê kar kir. Li gel endamtiya Meclisa Gel a Şêxmeqsûdê jî xebatên xwe di nava Kongra Star de didomandin.

10'ê Adara 2012'an pêxwasên rejîma Baasê hewl da dawî li xwepêşandanên gel bîne û êrişî rojnamevanên ku xwepêşandan dişopand, kir. Gulê Selmo dema hewl dide rojnamevanekî ji guleyên endamên rejîma Baasê xilas bike, ji serê xwe ve birîndar bû. Piştî berxwedana 3 rojan 13'ê Adarê di temenê 50 salî de li nexweşxanê şehîd dibe.

(bb)

ANHA