Li Hesekê starta Newroza 2025'an hat dayîn

Şêniyên bajarokê Sifeya ya bajarê Hesekê, agirê Newroza 2025'an pêxist.

Li Hesekê starta Newroza 2025'an hat dayîn
Li Hesekê starta Newroza 2025'an hat dayîn
Li Hesekê starta Newroza 2025'an hat dayîn
Li Hesekê starta Newroza 2025'an hat dayîn
Li Hesekê starta Newroza 2025'an hat dayîn
Li Hesekê starta Newroza 2025'an hat dayîn
13 adar, 2025   14:53
HESEKÊ

Şêniyên bajarokê Sifeya ya bajarê Hesekê, bi boneya Newroza 2025’an, li pêşiya avahiya Şaredariya bajarokê Sifeya agirê Newrozê pêxist.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên YPJ, Kongra Star û Hêzên Parastina Civakî (HPC) hatin xemilandin.

Şêniyan li ber agirê Newrozê û stranên gelêrî bi coşeke mezin govend gerand û cejna Newrozê pîroz kir.

(bm)

ANHA