‘Şehîd Fûad û şehîd Riza felsefeyek û jiyaneke nû ji me re ava kirin’

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Heqî Dêrik diyar kir ku şehîd Alî Haydar Kaytan kesayetek dilnizm bû û hevalekî Rêber Abdullah Ocalan bû. Şehîd Riza Altun jî di xebata dîplomasiyê de timî serkeftî bû. Heqî Dêrik got "Her du şehîdan ji bo me jiyaneke nû û felsefeyek nû ava kirin, gelê me anîn roja azadî û serkeftinê."

‘Şehîd Fûad û şehîd Riza felsefeyek û jiyaneke nû ji me re ava kirin’
29 gulan, 2025   03:45
HESEKÊ
BÊRÎVAN BEYAR- ZEYNEB ŞÊXO

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di encamnameya kongreya xwe ya 12'an de aşkera kiribû ku pêşengên partiyê Riza Altun û Alî Haydar Kaytan (Fûad) di 2018’an de şehîd bûne.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Heqî Dêrik ku ji nêzîk ve jer du şehîd nas kirine, ji ajansa me re axivî.

Heqî Dêrik diyar kir ku wî di sala 1996'an de li Zapê şehîd Alî Haydar Kaytan dîtibû û wiha got: "Wê demê li ser xebatên perwerdeyê disekinî û ders dida hevalan. Di nava gel û nav hevalan de hevalekî pir dilznim bû. Xwedî taybetmendiyeke wî wisa bû tu kes nedizanî hevalekî kevin bû ewqas sal bi Rêbertî re maye û bi salan têkoşîn kiriye. Heval Fûad bi biçûkan re biçûk bû û bi mezinan re mezin bû. Demek baş em li Zapê bi hev re man. Piştre li gundê Marado carek din min dît. "

Heqî Dêrik destnîşan kir ku şehîd Fûad di aliyê zanistî û felsefî de kesayetekî xwedî lêhûrbûneke xurt bû  bû û pirtûkên Serokatî sererast dikirin û got: "Heval Fûad hem hevalê Serokatî bû û hem jî me cewherê Serokatî di wî de dît."

’HEVAL RIZA GELÊ MEXMÛR PARAST Û BIRÊXISTIN KIR’

Heqî Dêrik anî ziman ku wî şehîd Riza Altun li Qendîlê dît û diyar kir ku di wê demê de xebata dîplomasiyê dimeşand. Heqî Dêrikgot: "Karê dîplomasî karekî hêsan nîn e, her kes nikare vî karî bimeşîne. Lê heval Riza ev kar pêk anî û bi ser ket. Dema komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me yê Botanê û koçberkirina gelê heval Riza di nava hewldana dabû. Ji bo bicihkirina gel li Mexmûrê berpirsyarî girt ser xwe, bi dewletên wekî Iraq û Îranê di nava têkiliyan de bû, li hemberî rejîma Sedam Hisên serî rakir û xebateke bêhempa da meşandin. Yê ku gelê Mexmûrê parast û anî vê merhelê hevalê Riza bû. Wê demê Mexmûr çol bû, cihê topişk û maran bû, piranî jin û zarok gelek kes hatibûn koçberkirin. Hevalê Riza civîn ji wan re çêdikir. Digot dema em derdora xwe paqij bikin û keviran rakin wê demê em ê bîmînin. Baweriya gelê me yê Mexmûrê bi hevalê Riza xurt bû."

Dêrik destnîşan kir ku şehîd Riza di aliyê dîplomasiyê de xurt bû, bi tenê diçû gel dewletên wekî Iraqê û hevdîtin dikir û tirs li cem wî tune bû.

Dêrik bi domdarî got: "Serokatî ji heval Riza re digot mamoste Riza, ji ber ku hevalekî zane bû û bi heybet bû, dizanî çawa gav biavêje. Hevalên ku li cem wî diman hêzek mezin jê digirtin.  Hem jî taybetmendiyên qomîtaniyê di wî de balkêş bû. Heval Riza di zindanên dewletê de jî ma, lê qet behs nedikir. Lê piştî şehadeta wî, rêxistinê gelek tişt der heqê wî de parve kirin. Di parvekirinên li ser her du şehîdan de me mezinbûna wan û taybetmendiyên Serok di wan de dît. "

‘WAN PKK MEZIN KIR’

Dêrik bal kişand ser kongreya 12’an a PKK’ê û wiha axivî: “Keda her du hevalên şehîd di encama vê kongreyê de heye. Her du hevalên me yên şehîd jî kadroyên pêşîn ên PKK’ê û xeta apoyî bûn; xeta Serokatî fêm kirin, pêk anîn û parastin. Hevalên Fûad, Riza û Sakîne Cansiz û hevalên din jî rih dida tevgerê. Bi keda van hevalan PKK mezin bû, gihaşt vê merheleyê. Van hevalan rih da gelê Kurd, jiyaneke nû ji Kurdan re dan ava kir. Kurd û doza gelê Kurd bi cîhanê dan qebûlkirin û bi ser xistin. Van şehîdan peywirên xwe yên dîrokî pêk anîn û mîraseyeke mezin ji me re hiştin. Em ê heya dawiyê layîqî keda wan bin. Ji bo me jiyaneke nû û felsefeyek nû ava kirin. Serokatî dibêje yên malbata xwe nekin şoreşger ne şoreşger in. Lê van şehîdan malbatên xwe û derdora xwe tev li şoreşê kirin û bûne mîlîtanên PKK’ê."

‘XWEDÎDERKETINA LI ŞEHÎDAN WEZÎFEYA ME YE’

Heqî Dêrik destnîşan kir şehîd Fûad û şehîd Riza Altun heya dawiyê hurmet dida hevalan û hevalên derdorê jî di dan û standinên li gel wan de pir rihet bûn.

Heqî Dêrik anî ziman ku ew bi şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altun gelekî xemgîn bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me taybetmendiyên wan hevalan ji xwe re esas girtin û li ser xeta wan meşa xwe berdewam dikin. Divê em layîqî keda wan bin û xeta wan zindî bikin. Lê çawa zindî bikin; divê em li gorî pêvajoya nû, bi rihê kongreya 12’an a PKK’ê, li ser bingehê sosyalîzma civaka demokratîk, azadiya jinan, parastina ekolojiyê kar û xebatê bimeşînin. Divê em paradîgmaya Rêbertî pêk bînin û bi ser bixin. Xwedîderketina li şehîdan wezîfeya me ye. Şehîd Fûad û şehîd Riza namirin, wê her tim di rihê me de bijîn. Em dê heya serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin."

ANHA