Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan li Kantona Firatê hatin bibîranîn.

Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
6 ÇILE, 2024   15:27
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) li Kobanê daxuyaniyek da. 

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Derya Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em şehîdên xwe Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) ên li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi êşeke kûr û bi rêzdarî bi bîr tînin. Tevî ku hêza li pişt komkujiyan tê zanîn jî, komkujiyên ku li Parîsê pêk hatine heta roja îro nehatine eşkerekirin. Ev yek nîşan dide ku Fransa di van komkujiyan de xwedî têkiliyên kûr e.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Fransa di heman demê de li Ewropayê navenda êrişên li ser pêşengên tevgera jinan e. Fransa jî wek welatekî ku rasterast di bin gumanê de ye. Dikare bi ronîkirina tarîtiya li ser komkujiyan û darizandina kujerên rasteqîn ên li pişt perdeyê vê sûcdariyê ser xwe bavêje.

Rejîma dewleta Tirk a faşîst a sed salî di pêvajoya hilweşînê de ye. Ne pêkan e ku polîtîkayên xwe yên li ser qirkirina Kurdan bidomîne û neçare bi pirsgirêka Kurd re rû bi rû were. Di vê pêvajoyê de Fransa weke welatekî divê rola çareseriyê bilîze. Di vê çerçoveyê de bi ronîkirina komkujiyên li dijî jinên pêşeng ên kurd, divê ku bersivê bide hêviyên raya giştî

Dabînkirina edaletê daxwaza hevpar a gelê Kurd, dostên wan, raya giştî ya edaletê dixwazin û bi taybetî jî her kesên li dijî komkujî û tundiya li Ji kujerên jinên pêşeng ên Kurd hesab bê pirsîn. Ji bo ku bizanibin em ê ti carî bêdeng namînin û hesab ji wan bipirsin. Hêrsa xwe ya li hemberî tarîtiya ku li ser komkujiyê dimeşînin bilind bikin.”

Piştre ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve sînevîzyonek hate pêşandan.

Berdevka Tevgera Jinên Ciwan Neda Şahîn axivî û diyar kir ku dê heta dawiyê li ser xeta şehîdan bin.

(sş)

ANHA