Şehîd Elaa El Îbrahîm li Şedadê hat oxirkirin

Xelkê bajarê Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Elaa Fewaz El Îbrahîm li goristana şehîdan a Şedadê defin kir û diyar kir ku ew li ser dilsoziya xwe ya bi şehîdan re ne.

Şehîd Elaa El Îbrahîm li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Elaa El Îbrahîm li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Elaa El Îbrahîm li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Elaa El Îbrahîm li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Elaa El Îbrahîm li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Elaa El Îbrahîm li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Elaa El Îbrahîm li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Elaa El Îbrahîm li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Elaa El Îbrahîm li Şedadê hat oxirkirin
15 tîrmeh, 2025   15:25
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Elaa Fewaz El Îbrahîm ku 8ˊê Hezîranê di encama krîza dil de şehîd bûbû, li goristana şehîdan spart axê.

Di merasîmê de bi dehan şênî, malbatên şehîdan, nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew bejna xwe li hember “şehîdên destanên fedakariyê nivîsandine ditewînin”.

Xelîl anî ziman ku şehîd Elaa El Îbrahîm sembola wêrekiyê bû û heta kêliya dawiyê serbilind bû.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê jî Şiyar Hesekê jî axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û bejna xwe li hember fedakariyên kesên di oxira vî welatî de canê xwe daye, ditewînin. Ji vê derê em soz didin malbata şehîd û hevrêyên wî em li ser şopa fedakariyên wan in."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA