Kombûna Zenûbiya: Divê rola esasî ya jinan di Sûriyeya nû de hebe

Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku di pêvajoya Sûriyeya nû de divê rola navendî ya jinan were naskirin.

Kombûna Zenûbiya: Divê rola esasî ya jinan di Sûriyeya nû de hebe
16 kanûn, 2024   14:43
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna rêxistinên jinan ên li kantonê ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya kombûnê Renda Esaf ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de ketina rejîma Esed li jinan û tevahî gelê Sûriyeyê hat pîrozkirin û hate gotin: "Rejîma Esed gendelî belav kiribû, pêkanînên herî dijwar li dijî gelê vî welatî pêk anîn, mafên me dizîn û neheqî kirin. Lê di dawiyê de îradeya gelê Sûriyeyê bi ser ket."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi vê serketinê re pêvajoya avakirina Sûriyeya nû dest pê kir û wiha hat gotin: "Divê Sûriyeya nû demokratîk û adilane be. Divê mafên hemû mirovan û rûmeta welatiyên wê bê parastin û rola navendî ya jinan di avakirina welat de were naskirin."

Di dewamê de hate gotin: "Gelê me yê Sûriyeyê îsbat kir ku gelekî bi hêz e, têk naçe. Vî gelî barê şer û wêraniyê hilgirt û hêviya xwe ya siberojeke baştir qut nekir."

Îşaret bi berxwedana jinên sûriyeyî ya li hemberî zehmetiyan û rola wan a parastina malbat û welat de hat kirin. Bang li hikumeta derbasbûnê ya Sûriyeyê hat kirin ku daxwazên gelê Sûriyeyê bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û hate diyarkirin ku ev êriş ne tenê ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de ewlehiya tevahî herêmê dixin metirsiyê.

Berxwedana QSDˈê ya li hember çeteyên DAIŞˈê, rizgarkirina bi sedan gund û bajaran û hewldanên wê yên ji bo avakirina siberojeke baştir hatin bibîrxistin.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re hat xwestin û ev peyam hate dayîn: "Em ê têkoşînê bidomînin heya armancên xwe bigihînin serî û Sûriyeyeke demokratîk a adilane ya pêşketî ava bikin."

(bb)

ANHA