Li Qahîreyê têkildarî xurtkirina têkiliyên Kurd-Ereban de panel

Li Qahîreyê der barê têkiliyên Ereb- Kurdan de panelek hat lidarxistin. Di dawiya panelê de bang hat kirin ku peymangeheke Erebî-Kurdî were avakirinû hevkariya çandî, ragihandinê, tûrîzm û pêkanîna têkiliyên akademîk ên fikirî werin aktîvkirin.

Li Qahîreyê têkildarî xurtkirina têkiliyên Kurd-Ereban de panel
11 hezîran, 2024   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi însiyatîf û vexwndina Navenda Lêkolînên Siyasî û Pêşxistinî ya Farabî, îro li navenda çalakiyan a Malbenda Rewşenbîrî ya Misrê li Qahîreyê panelek hat lidarixsitn. Panel bi navê "Têkiliyên Erebî Kurdî – Hevsengiya herêmî ya Rojhilata Navîn" hat organîzekirin.

Di panelê de akademîsyen, lêkoler, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên Misrî beşdar bûn. Di panelê de ev mijar hatin nîqaşkirin: Dîroka têkiliyên Erebî – Kurdî, têkiliyên çandî û hunerî yên Erebî – Kurdî, têkiliyên Erebî – Kurdî 1992-2024ˊan, asoyên siyasî, Kurdistan û derdora Erebî – xwendina asoyên geoaborî.

Di dawiya nîqaşan de encamnameyek hat diyarkirin:

1-Der barê projeya hevbeş a qeydkirina kultura Kurdî însiyatîfa sînemageran were aktîfkirin.

2-Peymangeheke Erebî Kurdî ji bo çalakirina têkiliya dan û standinê, weşandin, wergerandin û şopandina wêje, huner û çandên her aliyekê, were avakirin. Li kêlek wê jî astengî û metirsiyên li dijî nasnameya hevbeş a Ereb û Kurdan û nasnameya taybet a her yekê werin nîqaşkirin.

3-Têkiliyên akademîk û fikrî bi akademiyên Kurdî re werin xurtkirin, nexasim Akademiya Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan.

4- Hevkariya çandî, ragihandinî û tûrîzmî di navbera Kurd û Ereban de bi hemû rêbazan were aktîvkirin.

5- Nîqaşkirina berfireh a projeya neteweya demokratîk bi rêya panel û atolyeyan, ji ber ku ew yek ji projeyên girîng ên çareserkirina pirsgirêka Kurdan û kêmneteweyên herêmê û pirsgirêkên herêmê bi giştî ye.

6- Peydakirina rêyên derbaskirina kel û pelên Misrê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

7- Vexwendina saziyên olî yên Misrê da ku rola xwe ya li herêmên Kurdî bilîzin û mezin bikin.

(mh)