Şehîd Dilbirîn bi merasîmekê hat oxirkirin

Bi merasîmeke girseyê şehîdê QSD'ê Dilbirîn (Ehmed Xido) li Pakrewangeha Şehîd Îsamîl Hogir hat oxirkirin.

16 gulan, 2026   13:11
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê merasîma cenaze yê şervanê QSD'ê Dilbirîn (Ehmed Xido) li Pakrewangeha Şehîd Îsamîl Hogir li dar xist.

Merasîma oxirkirinê bi tevlêbûna şêniyên Amûdê, endamên saziyên sivîl û meclisên xwecih bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

 Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdana Amûdê Ezîze Hec Çolî axivî. Ezîza di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bi van gotinan bal kişand ser keda şehîdan di parastina herêmê de got: "Ne gotin û ne jî pênûs têrê nakin ku fedakariyên şehîdan bibêjin. Remza şehadetê tenê ji bo kesên ku welatê xwe diparêzin tê dayîn."

Piştî axaftinê, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê 5'ê Sibatê,  ji bo şervanê QSD'ê Dilbirîn ê ku 18'ê Çileya îsal li Dêrazorê şehîd bibû û 6 şehîdên din merasîma xiyabî li dar xistibû.

(bb)

ANHA